Pirtûka Kurdî negirtin hepsê
În 22 Cotmeh 2021 - 20:10
- Li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe. Name, pirtûk, rojname û kovarên kurdî li girtîgehan hatine asta qedexekirinê. Mînaka vê yekê ya dawî li Girtîgeha Bandirmaya bajarê Balikesîrê qewimî.
Li girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan her ku diçe zêde dibe. Name, pirtûk, rojname û kovarên kurdî li girtîgehan hatine asta qedexekirinê. Mînaka vê yekê ya dawî li Girtîgeha Bandirmaya bajarê Balikesîrê qewimî.
Li Girtîgeha Bandirmaya bajarê Balikesîrê, pirtûka nivîskar Bahadîn Robar a “Antolojiya Dengbêjên Botanê” ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat desteserkirin.
Girtiyê bi navê Mustafa Acet ku li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê ya Tîpa T a Jimara 2’yan tê girtin, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku pirtûka nivîskar Bahadîn Robar a “Antolojiya Dengbêjên Botanê” nedane girtiyan û hatiye desteserkirin.
Şalwar û kefî jî nedane
Di hevdîtina heftane de Acet ragihand: “Binpêkirina mafan her ku diçe xirab dibin. Mehek beriya niha pirtûka Antolojiya Dengbêjên Botanê a ku we şandî ji hêla rêveberiya girtîgehê hat desteserkirin. Her wiha şalwar û kefiyên min jî desteser kirin.”
Acet bang li raya giştî kir ku li hemberî binpêkirinên mafan bêdeng nemîne.
MA/ŞIRNEX