Pirtûka ‘Fethên Îslamî li Kurdistanê’ hat çapkirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 20 Adar 2024 - 00:27

Weşanxaneya Avestayê pirtûka bi navê “Fethên Îslamî li Kurdistanê” çap kir. Pirtûk ji hêla Prof.Dr. Ferset Mer ve bi zimanê Erebî hatiye nivîsandin û Emîn Narozî jî pirtûk wergerandiye zimanê Kurdî ango şêwezarê Kurmancî. 

Emîn Narozî derbarê pirtûkê de van agahiyiyan dide;

Ev lêkolîn behsa çavkanî û zanyariyên ser kurdan ên serdema vegirtinên îslamê dike û agahiyên ser misilmanbûna kurdan a piştî berfirehbûna vegirtinên îslamê li Kurdistanê yên serdema Xelîfetiya Emer ibn Xettab dide. Ewên ku destpêka wan ji sala 16/637an heya dawiya dewleta emewiyan a sala 132/750î bûye.

Ne tenê li ser vegirtinan e

“Fethên Îslamî li Kurdistanê” yek ji tibabek berhemên Prof. Dr. Ferset Mer’î ye ku bi rastî nivîser û akademisyenekî xurt î berhemdar e. Ew di sala 1956an de li Dihokê hatiye dinyayê û di sala 1985’an de dest bi nivîsînê kiriye. Wî bi berhema xwe ya “Mîrgehên Kurdî di Serdema Ebbasî ya Duyemîn (350/511-960-1117) de” li Pişka Mêjûyî ya zanîngeha Sen’aya Yemenê doktora xwe daye. Berhem, çawa ku nivîskarê wê Prof. Ferset Mer’î jî di pêşgotinê de dinivîse ne tenê li ser vegirtinan e. 

Lêkolînek li ser dîroka Kurdan

Lêbelê herweha ew lêkolînek e li ser tarîxa kurdan a berî îslamê jî ku agahdariyên baş li ser wê ji çavkaniyên şûnwarî, dînî, yewnanî, rûmî, suryanî, ermenî û farisî jî dide. Çawa ku kurteraveyek li ser mêjuya kurd a serdema medî û axemeniyan jî daye û hinek agah jî li ser dîroka kurdan a sedsalên yewnanî û partiyan jî pêşkêşî me dike. Lê ji hemiyan jî ne kêmtir ew li ser rewşa kurdan a dema desthilata sasaniyan radiweste. Digel hinek agahdariyên kurt li ser pêşiyên kurdan ên mîna subarî, hûrî, lulûbî, gûtî, mîtanî û bêguman kardûkiyan jî raçavî me dike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.