Pirtûka ‘Ev birîn êdî nakewe’

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 11 Mijdar 2023 - 00:21

Ji aliyê Rêxistina Geşepêdanên Medeniyetê (CDO) ji bo danasîna pirtûka ‘Ev birîn êdî nakewe’ merasîmek hate lidarxistin. Piştre xelat dan kesên pirtûk wergerandin û ji bo pirtûkê xebat meşandin.

Li Navenda Rahênana Demokrasiyê li Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Geşepêdanên Medeniyetê (CDO) ve, bi amadebûna hejmareke berçav ji kesayetî, hunermend û rewşenbîran, merasîma pêşkêşkirina pirtûka helbestê ya ‘Ev birîn êdî nakewe’ ku ji bo zimanê Erebî, Farsî û Îngîlîzî hatiye wergerandin hate lidarxistin. Di pirtûkê de qala qirkirina Êzîdiyan a li Şengalê hatiye kirin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre ji aliyê wergervan û amadekarên pirtûkê ve axaftin hatin kirin.

Hakim Wasim Şengalî di derbarê pirtûkê û jenosîda Êzîdiyan de wiha axivî: “Birîna Şengalê, birîna Efrîn û Silêmanî ye. Ne jenosîda yekê ye ku bi ser Êzidiyan de hatî. Ev cara 74’an e li ser Êzidiyan de jenosîd tê kirin. Hekîm Qasim di gihandina belgeyên pêwîst de helbestvanê ciwan Merîwan Karadaxî alîkariya wî kiriye, ji ber ku hemû zanyariyên derbarê wê karesatê de hebûn û dîtin. Bi rêzê ve Cewad Heyderî, Mihemed Selah Berzenc û Dixtor Ciwan Qasim ku di wergerkirin û amadekirina pirtûkê de cih girtine axivîn.

Piştî axaftinan xelatên rêzdayînê ji bo kesên ku di werger û amadekirina pirtûkê de cih girtîn re hatin dayîn û merasîm bi dawî bû.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.