Grace Brett sala 2014´an 104 salî bû û ji ber ku ev jina Skoçî hingê endama komeke “gerîlayên hunerê hûnandinê” bû, bûbû hunermenda herî pîr a hunerê kolanan. Ew serokê komeleya hunandinê ya bi navê Strick-Clubs Souter Stormers bû û wê bajarê xwe Borders, bajarên cîran ên weke Selkirk û Yarrow jî û heta bi Edinburgh jî bi neqşên xwe yên hunandî dixemilandin.

Li ser saxî û nesaxiya wê îro nûçe nehatibin belavkirin, em dizanin ku ew êdî ne çalak e.

Grace Brett a ku heta herî kêm 104 saliya xwe hunerê xwe dewam kir, sala 2014´an ji çapemeniyê re gotibû, “Ez hizirîm ku bi rastî jî fikreke baş e ku ez bajêr bixemilînim û bextewer bûm ku neqşên min ên hunandî jî bi kêra wê hatin. Kêfa min hat ku berhemên min hatin nîşandan û min got, bajar jî xweşkok bû.”
Keça wê ya hingê 74 salî jî got, “Wê tevahiya jiyana xwe, timî hunand û neqşên tenteneyan jî çêkirin. Ji bo zarok û pitikan çi lazim bû wê hûnand, destmalên sermilkan çêkirin.” Ev jî ne hindikin, lewma 6 zarokên keça wê Daphne û 14 jî neviyên wê hene. Keîa wê hingê ji rojnameyan re gotibû, “Dayika min difikire ku têra xwe komîk û xweş e ku ji mirov re bibêjin hunermenda kolanan.”

Wê li bajarê xwe Borders 46 nîşan bi neqşên xwe xemilandin. Ew sala 1910´an hatiye dinê.

NAVENDA NÛÇEYAN