Pirsgirêka avê çareser dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 29 Gulan 2024 - 00:16

KELSÛMA ELÎ / ANHA / QAMIŞLO

13-15’ê Çileyê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov ên biçek binesaziya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kiribû. Di encamê de li Tirbespiyê, Dêrik û Rimêlanê yên kantona Cizîrê stasyonên petrol, gaz û ceyranê ji xizmetê derketin û bandor li qada avê jî kir. Li Girkê Legê jî ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker pirsgirêka avê lê derketiye.

Xelkê gundên Til Ceman, Mistefawiyê û Gir Qehfik ên Girkê Legê ji bo dabînkirina ava vexwarinê, panelên enerjiya tavê li ser bîran danîne. Beriya vê pêngavê jî xelkê hin gundên din jenerator li ser bîran danîbûn. Xelkê gundê Til Ceman 90 panelên enerjiya tavê li ser bîra gund danîne û bi rêya enerjiya tavê elektrîkê çêdikin û pê avê ji bîran derdixin.

Metîn Elî yê ji gundê Til Cemanê bi bîr xist ku piştî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser binesaziyê elektrîk bi temamî qut bû û di encamê de bandor li bidestxistina avê kir, li ser vê yekê panelên enerjiya tavê li ser bîra gund danîne.

Lezgîn Emîn diyar kir ku piştî qutbûna avê ya ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker gundiyan 64 panel li ser bîra gund danîne û ji bo derxistina avê elektrîkê hildiberînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.