Pirsgirêk Peymana 9’ê Cotmehê ye

Çarşem 4 Gulan 2022 - 21:27

  • Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê û armanca êrişan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişên artêşa Iraqê yên li dijî Şengalê û armanca êrişan de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Wê got; “Li Şengalê çavkaniya hemû pirsgirêk, alozî, şer û pevçûnan Peymana 9’ê Cotmehê ye. Di nav 2 salên dawî de hemû polîtîkayên zext, gef û êrîşan di çarçoweya vê pîlanê de têne maşandin. Dewleta Tirk a dagirker ji vê peymanê hêzê digire û êrişî me dike. PDK pişta xwe dide vê peymanê û bi xeyala vegera Şengalê, êrişî me dike. Hikûmeta Kazimî ji bo vê peymanê bixe meriyetê niha artêşa Iraqê bi ser Şengalê de dişîne. Derdora me bi dîwar û sîman dipêçin û dixwazin Şengalê bixin zindan. Ev hemû êriş bi hev ve girêdayî ne û hêza xwe ji Peymana 9’ê Cotmehê digirin.

Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, di rojên giran de bi berdêlên pirr mezin hatin avakirin. YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê wekî fedayiyên bîr û baweriya Êzdiyatiyê bi erka xwe rabûn û di oxira gelê de xwe heya roja me ya îro jî pêşengên mezin şehîd dan. 

Li Şengalê çavkaniya pirsgirêk, alozî, şer û pevçûnan Peymana 9’ê Cotmehê ye. 

Pêla êrişên dawî jî bi vê peymanê ve girêdayî ye ku di 18’ê Nîsanê de bi dorpêçkirina Asayîşa Êzîdxanê ya komelgeha Dugurê re dest pê kir.

Civaka Êzîdî di wan rojan de amadekariya cejna Çarşema Serê Salê dikir. Ev êrîşên dawî di rojên me yên herî pîroz de destpêkir. Tişta ku artêşa Iraqê li ser me ferz dikir ew bû ku em dest ji Asayîşa Êzîdxanê berdin. Wekî tê zanîn, tinekirina Asayîşa Êzîdxanê yek ji xalên herî girîng ên Peymana 9’ê Cotmehê ye.

Wekî merheleyeke nû ya êrişên li dijî Şengalê herî dawî jî di 2’ê Gulanê de artêşa Iraqê wekî ku Şengalê dagir bike, bi tank, top û çekên giran li nahiya Sinûnê û komelgeha Dugurê êrişên giran kirin. Di heman demê de PDK jî ket nav liv û tevgerê û dest bi meşandina şerê taybet kir.

PDK ev çend roj in bi rêya ragihandina xwe dixwaze gelê Şengalê car din koçber bike û li kampan muhtacî xwe bike. Em vê siyasetê jî baş nas dikin û ji nêz ve dişopînin. Gelê me qerar daye ku êdî nekeve ser rêya koçberiyê û ew ê bi vegera li Şengalê, bersiva pêwîst bide PDK’ê.

Em ji vir car din bang li hêzên Iraqê dikin. Bi dewleta Tirk û PDK’ê nexapin. Asayîşa Êzîdxanê û hêzên YBŞ-YJŞ rûmeta civaka Êzîdî ne. Bila ti kes dest û dev dirêjî hêzên me yên parastinê neke. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku bes piştgiriya Peymana 9’ê Cotmehê bikin.

Piştgîriya vê peymanê piştgiriya fermanên nû ya li dijî Êzîdiyan e. Qirkirina civaka Êzîdî qebûl nekin û rê li ber êrişên nû yên qirkirinê bigirin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

 

Şengalê şehîdê xwe spart axê

Doh Şengaliyan bi merasîmekê, şehîdê xwe Şervan Êzîdxan spart axê. Şervan Êzîdxan, di 2’ê Gulanê de di êrişa artêşa Kazimî de şehîd bûbû.

Karwanê veşartina şehîd bi tevlêbûna sedan kesên ji civaka Êzîdî ji nexweşxaneya Xanesorê dest pê kir, heta şehîdgeha Şehîd Dilgêş û Şehîd Berxwedan li çiyayên Serdeştê dewam kir.

Di merasîmê de li ser navê Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zekî Şengalî got, “Em li ser navê fermandariya YBŞ’ê sersaxî ji malbata şehîd re dixwazin. Heval Şervan hevalekî fermandar û pêşeng bû. Ji bo perwerdekirina ciwanên Êzîdî xwe bi rêxistin kiribû.

Me ti carê nexwestiye bi rêya şer pirsgirêk werin çareserkirin. Lê dewleta Iraqê israr dike ku bi şer çareser bike. Em şervanên şehîd Dijwar in, yên şehîd Mam Zekî ne, em ti carî dev ji destketiyên xwe bernadin. Em li vir dubara dikin, em amade ne ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin. Em fedaîyên Tawisê Melek in. Kîjan hêz hewl bide Şengalê dagir bike, em ê li hemberî wan bin. Kî çi dike, bila bike em hêzên fedayî yên vê civakê ne.”

Piştî axaftinan bi sloganên ‘Şehîd namirin’, xelkê Şengalê şehîd Şervan spart axê.

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.