- Meşa dirêj a înternasyonalîstan a ji Frankfurtê dest pê kiribû, bi coş dewam dike.
ERKAN GULBAHÇE / LUDWIGSHAFEN
Meşa dirêj a înternasyonalîstan a ji Frankfurtê dest pê kiribû, bi coş dewam dike.
Înternasyonalîst ji welatên cihê hatine û bi zimanên Elmanî, Fransî, Spanî, Ingilîz, Yewnanî dovîz hildan û slogan gotin. Wan her wiha bi zimanên xwe sirûd jî gotin. Gava ku di bajaran re dibihurin dengê xwe bilindtir dikin, lê zimanên wan pirr cihê bin jî, daxwaza wan yek e:
Azadiya Ocalan.
Di seranserê meşê de Robin Riviére ê ji Fransayê bi dahola xwe tevî sirûd û sloganan dibe. Bi vê jî coş û peroşa meşvanan zêdetir dike.
Slogana ku di meşê de herî zêde tê gotin, tevî hewldana astengkirinê ya polêsê Elman jî “Biji Serok APO”, “Bijî Kurdistan, Bijî Rojava, finger weg Verbot der PKK”, “Erdoganê Terorîst” in. Doh ji bo înternasyonalîstan li ser mijara jineolojiyê semînerek jî hat organîzekirin li Mannheimê, li hola bibîranîna şehîd Bêrîvan û Ronahî.
Îro roja dawî ya meşa înternasyonalîstan e. Ew ê îro berê xwe bidin Saarbruckenê û 12´ê Sibatê jî bi wesaîtan biçin Strasbourgê da ku tevlî çalakiya protestokirina komploya navneteweyî bibin.