Salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Kasselê yê Elmanyayê bi meşekê hate pîrozkirin. Bi banga Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclîsa Gel a Kasselê meş pêk hat. Qisekeran sala 43’an a têkoşînê ya PKK’ê jî silav kirin.

Li bajarê Rennes ê Fransayê jî salvegera damezrandina PKK’ê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Salvegera 42’an da damezrandina PKK’ê li komeleya Kurdan a li bajarê Herlevê yê Danîmarkayê hate pîrozkirin.

Li bajarên Tambov, Saratov û Stravrapolê yên Rûsyayê jî pîrozbahî hebûn. Di pîrozbahiyan de kurdistaniyan xwestin Kurd bi kesî nexapin û yekîtiya xwe xurt bikin.

Li Qendîlê jî salvegera 42an a damezrandina PKKʼê hebû û ji xelkê herêmê gelek kes beşdar bûn. Tevî ku baran bû, xelkê govend girt û li ser dikê stran hatin gotin.

NAVENDA NÛÇEYAN