Salvegera damezrandina PKK'ê li gelek welatên Ewropayê hate pîrozkirin, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin û sewqiyata leşkerî ya ber bi Şengalê ve hate şermezarkirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, aktîvîstên Tevgera Ciwanê Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ji bo balê bikişînin ser peymana dagirkirinê ya li ser Şengalê, êrişên dagirkeriyê yên li tevahiya Kurdistanê û tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ji qada Leopoldplatzê heta Frantz-Neûmann Platzê meşiyan.
Li paytexta eyaleta NRW a Elmanyayê Dusseldorfê, aktîvîstên TCŞ û Antîfayê, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê meşek li dar xistin.
Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve hate pîrozkirin.
Li bajarê Dresden ê Elmanyayê Tevgera Ciwanên Şoreşger salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir.
Li bajarê Rennes ê Fransayê, li dijî hikumeta Iraqê, PDK'ê û Tirkiyeyê çalakî hate lidarxistin.
Li banliyoyên Vîlleneûve û Drancy ên paytext Parîsê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî, afîş û pankart hatin daliqandin.
Aktîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, li qada Vîctoîreyê belavok xwendin.
Li paytexta herêma Katalonyayê ya xweser a Spanyayê li Barcelonayê, salvegera 42'an a damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.
Bi wesîleya sala 43'an a PKK'ê li kantona Solothûrn a Swîsreyê meşeke bi meşaleyan hate lidarxistin.
Li bajarê Anversê yê Belçîkayê jî salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de meşale hatin hildan û govend hate gerandin.
NAVENDA NÛÇEYAN