Pirlîsteyî zirarê dide Kurdan
Sêşem 12 Îlon 2023 - 00:23
BIRWA ESED / ROJNEWS / KERKÛK
Biryare di 18’ê Kanûnê de hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê werin lidarxistin. Kurd wê li Kerkûkê bi çend lîsteyan beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan bibin. Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hizba Komînîst a Kurdistanê ya li Kerkûkê Îmad Mihemed di derbarê hilbijartinên encûmenên parêzgehan de axivî. Îmad Mihemed derbarê lîsteyên partiyên Kurdan ên li Kerkûkê de xemgîniya xwe anî ziman û wiha axivî: “Me gelek hewlda ku partiyên Kurdî bi yek lîsteyên beşdarî hilbijartina encûmenên parêzgehan bibin, da ku hêza me bi zorê ji dest dayî, bi dengên sindoqan bi dest bixin. Lê mixabin ev nehat kirin. Di destpêkê de PDK’ê xwest ji partiyên derveyî YNK’ê lîsteyekê pêk bîne. Her wiha Nifşê Nû jî red kir ku beşdarî hevpeymaniyek bibe ku YNK an jî PDK tê de hebe. Ev jî bûn sedem ku li Kerkûkê 4-5 lîste û hevpeymanî çêbibin ku ev yek wê zirarê bide encamên hilbijartinên Kurdistanê.”
Em statûya wendabûyî bidest bixin
Îmad Mihemed di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku şansê Kurdan di vir de heye ku pêkhateya Ereb jî bi parçe beşdarî hilbijartinê wê bibin û got: “Em daxwaz ji Kurdên li Kerkûkê dikin ku bi xweşî û keyfxweşî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin lîsteyek Kurdî ku piraniya kursiyan mîsoger bikin û statûyên me ji dest dayîn, bi dest bixin. Yek ji lîste û hevpeymaniyên herî bi hêz jî hevpeymaniya navbera Hizba Komûnîst û YNK’ê de ye ku divê Kurd li dora vê hevpeymaniyê kom bibin.”
Hin parlementeran alozî sor dikirin
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hizba Komînîst a Kurdistanê Îmad Mihemed derbarê buyerên li Kerkûkê de diyar kir ku destên navxweyî, herêmî û navneteweyî di nav de hebûn û got:“Ne Waliyê Kerkûkê û ne jî Fermandarê Hêzên Emnî nekarîn bê alîbûna xwe biparêzin. Ji ber ku artêş bi gule û hêzeke tund bi ser xwepêşanderan de çû, tevî ku bi xwe çavkaniya pirsgirêkan bûn ku rêya xelkê girtibûn û heqaretê li xelkê dikirin. Her wiha hinek parlamenter jî hebûn ku alozî teşwîq dikirin.”