- Şêwekar Abdulmutaleb Gardî: Ez hatim ku xebata xwe nîşanî Amedê bidim. Ez berê jî di sala 2007’an de hatibûm Amedê û min li Diyar Galeria pêşengeha xwe vekiribû. Ez dixwazim di navbera hunermendên Amed û Helwêrê de pirek were avakirin.
Şêwekar Abdulmutaleb Gardî ku li Hewlêrê dijî li Amedê pêşangehek vekir. Gardî ku bi wêneyên jinan daketiye û xwestiye jiyana wan bineqişîne, bi giştî 20 wêne nîşan dan di pêşangehê de. Wî da zanîn ku ev 20 wêne di salekê de hatine çêkirin.
Pêşangeha Gardî li hewşa Komeleya Çand û Huner a Dîcle Firatê hate vekirin û di nav 4 rojan de gelek kes çûn serdena pêşangehê. Komeleya Çand û Huner a Dîcle Firatê îsal hemû li hewşa xwe çalakiyên hunerî lidarxist û ev jî yek ji wan çalakiyan bû ku xelkê bala xwe bire ser.
Abdulmutaleb Gardî dibêje, wî di 8 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û ev 45 sal in bi hunerê wêneyan re mijûl e. Gardî diyar kir ku wî heta niha 7 pêşangeh vekirine û pêşangeha xwe ya 8’an jî li Amedê vekiriye û tê de resmên jinan hene. Ev pêşangeha wî cara ewilî li Amedê hatiye vekirin û pişt re jî dê li Hewlêrê were vekirin. Gardî ev 20 sal in bi şêwekariyê mijûl e, li Şam, Gurcistan û Holandayê û her wiha gelek welatên din jî pêşangeh vekirine.
Pirek di navbera Amed û Hewlêrê de
Abdulmutaleb Gardî da zanîn ku ew ê piştî Amedê li Hewlêrê jî wêneyên xwe bide nîşan û got: “Ez hatim ku xebata xwe nîşanî Amedê bidim. Ez berê jî di sala 2007’an de hatibûm Amedê û min li Diyar Galeria pêşengeha xwe vekiribû. Ez dixwazim di navbera hunermendên Amed û Helwêrê de pirek were avakirin. Ez dixwazim em hin bêhtir hev nas bikin. Bi saya çalakiyên bi vî rengî xelk hev du baştir nas dikin. Tiştek baş e ku Kurdên Amed, Hewlêr, Dihok û Mehabadê hev du nas bikin û bi hev re têkiliyê deynin.”
Afirînerî û azadiya jinan nîşan didim
Gardî li ser babeta wêneyên xwe jî got; “Heke jin nebin, jiyan jî nabe. Êş û kulên dinyayê hemûyî li ser milên jinan in. Her wiha kar û barên jiyanê jî li ser milên jinan in. Lewma min xwest di vê xebata xwe de rengên jinan çêkim. Min hewl da azadiya jinan bidim nîşan. Armanca min ew e ku ez li gel êş û kulên jinan, afirîneriya jinan derxim pêş.”
Gardî dide zanîn ku wî li ser tabloyan heta niha herî zêde jin xêz kirine û di vî warî de qederê 100 tabloyên wî hene. Ew li ser mijarên kuştina jinan, hezkirin, rola jinan a di civakê û malbatê de hûr bûye û van mijaran ji bo hunerê xwe weke çavkaniyekê qebûl dike. Ew bi hêma û motîfên taybet hewl dide jinan nîşan bide û diyar dike ku şêwazeke wî ya resen jî heye ku ji ya hunermendên din cudatir e.
Bi hunerê Kurdî nasnameyekê ava dike
Abdulmutaleb Gardî ji resmên xwe û şêwaza xwe ya hunerî pirr bawer e. Ew dide zanîn ku kî li tabloyên wî binihêre dê fêm bike ku ev ên Gardî ne. Ew motîf, reng û neqşên xwe weke şêwazekî taybet bi nav dike û dibêje li kîjan welatî werin nîşandan jî dê xelk zanibe ev resm yên destê hunermendekî Kurd in. Gardî dide zanîn ku her miletek xwedî çand û hunerekî resen e. Ew jî bi hunerê xwe cudahî û xweşikiya çand û hunerê Kurdî derdixe holê û nîşanî xelkê dide li dinyayê hemûyî. Ew vê cehd û hewldana xwe ji bo avakirina nasnameya xwe weke tiştekî pîroz û bi mane bi nav dike.
NAVENDA NÛÇEYAN