• Dewleta Tirk projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê dîsa dixe rojevê. Di heman demê de hewl dide PDK û DYE'yê jî tevlî projeya xwe bike. Rojnamevan Ersîn Çaksû balê dikişîne ser xetereya vê projeyê û dibêje, li dijî tevahî Kurdistanê ye.

Rojnamevan Ersîn Çaksû di ajansa nûçeyan Firatê de li ser Deriyê Sînor ê Ovakoyê yê dewleta Tirk pîlan dike veke nivîsî ye. Li gorî Çaksû ev proje têkiliya xwe bi peymana li ser Şengalê ya di navbera Partî Demokratî Kurdistan (PDK) û hikumeta navendî ya Iraqê de heye û ev peymaneke nû ya Lozanê û Mîsaqî Mîllî ya nûkirî ye. Çaksûr bi bîr dixe ku PDK'ê û hikumeta Iraqê di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de roja 9'ê Cotmehê li ser Şengalê peymanek mohr kirin. Tê gotin, aktorekî din ê vê lihevkirinê dewleta Tirk e, aktorek jî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) ye.
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê ku sala 2017'an xist rojevê, piştî ku hinekî reforme û berfireh kir, bi rengekî fermî pêşkêşî rayedarên DYE'yê û PDK'ê kir. Dewleta Tirk, projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê ku beriya niha li dijî PDK'ê xistibû rojevê, vê carê PDK jî tevlî kir û ji bo bicihanînê jî gava destpêkê li Şengalê avêt.

Stratejiyeke li dijî Kurdan

Çaksû li ser mijarê weha dibêje; “Dewleta Tirk, PDK û Iraq bi koordîneya DYE'yê li ser projeyê dixebitin û tê gotin, hewl didin, projeyê gav bi gav bi cih bînin. Dewleta Tirk, bi rêya vê projeyê ku ji aliyê Serokatiya Pêşvebirina Stratejîk a Wezareta Karê Derve veguherandiye belgeyeke stratejîk, dixwaze ku berjewendiyên Iraqê, PDK'ê û DYE'yê bigihîne hev.
Li gorî çavkaniyên ANF'ê, mîsyonên "Pêkanîna ewlekariya sînor a Iraq û Sûriyeyê", "Bisînorkirina bandora Îranê li Iraq û Sûriyeyê" û "Jinûve avakirina Mûsilê û pêşvebirina bazirganiyê" li vê projeyê hatiye zêdekirin û bi vî rengî hewl didin piştgiriyê ji DYE'yê bigirin.

Projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê

Dewleta Tirk projeya Deriyê Sînor ê Ovakoyê, sala 2017'an piştî referandûma serxwebûnê ya li Başûrê Kurdistanê xiste rojevê. Proje ji sêgoşeya sînorê Rojava-Başûr û Bakurê Kurdistanê dest pê dike û digihêje heta Bexdayê. Projeya ku weke rêyên bejahî û hesinî tê plankirin, ji bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê dest pê dike, ji wîlayeta Duhokê ya Başûrê Kurdistanê di ser rojavayê Şengalê re derbas dibe û digihêje Telafer, Xurmatû, Mûsil û ji wir jî digihêje heta Bexdayê.”

Şorik bi devê PDK û Bexdayê xistiye
Çaksû bi bîr dixe ku Dewleta Tirk projeya navborî sala 2017'an piştî referandûma serxwebûnê bi girtina Deriyê Sînor ê Xabûrê, ji bo by-passkirina Başûrê Kurdistanê û têkiliyeke yekser bi rêveberiya navendî ya Iraqê re bê danîn, xistiye rojevê, lê paşê dewleta Tirk ev pozîsyona xwe guhertiye û têkiliyên xwe bi PDKê re xweş kiriye û rêveberiya Enqerê xebateke dîplomasiyê di navbera Bexda, Hewlêr û Washîngtonê de daye destpêkirin û hewl dide van aliyan di nava projeyê de bihêle. Sozê didin PDKê wê dîsa ji deriyên sînor sûdê bigire û rêveberiya Bexdayî jî bi heman awayî ango di çarçoveya berjewendiyên aborî û eskerî de îqna dikin. Di heman demê de dewleta Tirk di warê Îranê de jî hewl dide Emerîkayê razî bike.

Li dijî tevahî Kurdistanê ye

Çaksû nêzîkbûna sala 100'î ya Peymana Lozanê bi bîr dixe; îşaret bi xeyalên dewleta Tirk ên Mîsaqî Mîllî dike û diyar dike ku Tirkiye dixwaze bi xwegihandina Mûsil û Kerkûkê; bi danîna rêyên bejahî û hesinî têkiliya navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bibire, dawî li xweseriya Êzidiyan a li Şengalê bîne, xwe bigihîne Mûsil û Kerkûkê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dorpêç bike.
Çaksû projeyê weke gefekê li dijî berjwendiyên tevahî Kurdistanê destnîşan dike û dibêje, dewleta Tirk ku bi rêya hesinî Bakur û Rojavayê Kurdistanê ji hev qut kir, piştî dîwarê li ser sînor (Li sînorê Bakur-Rojava 832 kîlometre, li sînorê Bakur-Rojhilat 139 kîlometre), niha jî bi vê projeyê hewl dide heman tiştî li sînorê Başûr û Rojava bike.

NAVENDA NÛÇEYAN