Pîlaneke qirêj li ser Kerkûkê ye

Çarşem 24 Tîrmeh 2024 - 00:44

Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Husên Kerkûkî li ser rewşa Kerkûkê û helwesta partiya xwe axivî û got:“Tiştê ku niha li Kerkûk û herêmên veqetandî diyar dibe, plan û bernameyeke taybet li dijî helwesta Kurdan û gelên Kerkûkê heye. Hemû pêkhate di wê baweriyê de bûn ku îsal hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ku îsal hatin kirin, hêviyan wan ew bû ku Kurd li gel hemû pêkhateyên din yên Kerkûkê bibin xwedî rol û mîsyona xwe. Lê me piştî daxuyaniya serkirdeyê Eniya Tirkmen zanî ku di navbera Eniya Tirkmen û PDK  û partiyên Sunnî de bi awayekî eşkere bikaribin lihevkirinekê pêk bînin, di encûmena parêzgehê de piraniyê pêk bînin û Kerkûkê birêve bibin.” Kerkûkî di dewamê de têkildarî helwesta partiya xwe ya wiha got; “Em weke Tevgera Azadî vê hewldanê weke xeteriyeke mezin dibînin. Ji ber ku di dema borî de li Kerkûkê çendîn hilbijartin hatine kirin, Kurdan piraniya dengan bidest xistine. Lê mixabin partiyên siyasî yên Kurd ne xwedî bernameyeke xurt bûn û nekarîn bi yek lîsteyê beşdarî hilbijartinan bibin. Tevgera Azadî jî piştgirî da lîsteya Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye. Me hemûyan bi hev re dît ku vê lîsteyê piraniya dengan bidest xist.”

Divê derbarê PDK’ê de hişyar bin

Têkildarî nêzîkatiya PDK’ê ya li dijî Kurdan û hevkariya wê ya bi dijberên Kurdan re Kerkûkî wiha got:“PDK di dema borî û niha de hewl daye bi hinek awayan rola xwe bileyîze. Me di hilbijartinan de dît ku PDK li herêmê giraniya xwe nîne. Ji ber wê jî dixwaze bi alîkariya dewleta Tirk û Eniya Tirkmenî û partiyên Sunnî Kerkûkê bixe rewşeke xirab. Ev rîskek mezine. Divê partiyên Kerkûkê, pêkhate, rewşenbîr û rêxistin vê plana li ser Kerkûkê bizanîn û ji xeteriya wê agahdar bin. Ji ber ku ew dixwazin aştî û jiyana hevbeş ya ku piştî hilbijartinan li Kerkûkê pêk hatiye, têk bibin. Lewma divê em van planan baş bixwînin û li dijî wan derkevin. Her wiha em dikarin piştrast bikin ku bi hev re jiyana aştiyane û gelan li Kerkûkê berdewam be. Ji ber ku divê Kerkûk wek xwe bimîne. Ji destpêkê heta niha Kerkûk di nav aramî û pêkve jiyanê de hebûna xwe parastiye.”

ROJNEWS/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.