• Bi  zanebûn Tevgera Azadiyê krîmînalîze dikin û weke ku ew asteng be, didin diyarkirin. Lê belê, esas, pirsgirêka Kurd tê krîmînalîzekirin, ji ber ku heger Tevgera Azadiya Kurd li Bakur û Rojava têk biçe, Başûrê Kurdistanê wê di kevçiyek avê de bifetisînin.

Îro li Rojhilata Navîn hêzên hegomonîk di nava şer de ne da ku careke din herêmê li gorî berjewendiyên xwe parve bikin  û parçe bikin. Armanc ew e ku desthilatiya rojava ku ev çend sed salên dawî dest pê kiriye, di vê sedsalê de jî dewam bike.

Lewma di bingeh de çi bûyerek li herêmê diqewime, dest werdidin wê û li gorî xwe naveroka wê diguherînin. Ev yek di Bihara Erebî de eşkere derket holê. Bihara Erebî ku ji bo edalet, demokrasî û azadiyê dest pê kir, wisa lê hat ku gel li rabûna xwe poşman bû, hêzên ku hatin ser desthilatdarîyê  ji yên beriya xwe paşverûtir bûn. Rewşa Lîbyayê mînaka herî berçav e. Ji bo ku vîna gelan dernekeve û hêzên desthilatdar li gorî daxwaza xwe herêmê kontrol bikin, bi rêya pereyan, bi sozên sivik bi serkirdeyên van tevgeran lîstin û ew teslîm girtin. Rewşa ku îro opozîsyona Sûrî tê de ye, nîşana vê yekê ye. Kesên ku bi navê şoreşê derketin meydanê, niha bûne çete û ji welatekî diçin welatekî din ji bo ku pereyên zêde bigirin. Bi vî rengî li ser ruhê şoreş û şoreşgeran fatîhe xwendin, ew bi temamî veşartin.

Di cografiyaya Rojhilata Navîn de Kurd jî bûne hêzeke sereke û karin di siberoja herêmê de bibin xwedan roleke stratejîk. Lê belê hêzên ku Kurdistan mêtinkar kirine, û di serî de Tirkî û Îran her tiştî dikin da ku Kurd nebin xwedan roleke weha. Ew her wiha, ji bo ku Kurdan li derveyî nexşeya siyasî a herêmê bihêlin her tiştî dikin.

Tevî hemû hewldanên kirin û dikin jî heta niha bi rêya DAIŞ'ê, bi rêya çeteyan nikarîn bigihîjin armanca xwe. Lewma li rêbaza klasîk vegeriyan, ew jî Kurdan li dijî Kurdan bidin şerkirin. Ev pîlan her çiqasî weke ku li dijî Tevgera Azadiyê têkirin, lê esas ev pîlana qirkirina Kurdan e. Ji bo ku wê prestîja ku Kurdan di nava cîhanê de qezenc kiriye û bandora wan bi vê çêkiriye, têk bibin, ew  vî şerê qirêj sor dikin.

Bi  zanebûn Tevgera Azadiyê krîmînalîze dikin û weke ku ew asteng be, didin diyarkirin. Lê belê, esas, pirsgirêka Kurd tê krîmînalîzekirin, ji ber ku heger Tevgera Azadiya Kurd li Bakur û Rojava têk biçe, Başûrê Kurdistanê wê di kevçiyek avê de bifetisînin.

Heger heta niha Başûr li ser linga dihêlin, tenê ji bo ku bibêjin, binihêrin em ne dijminê Kurdan hemûyan in. Lê a rastî, pîlan ew e ku Kurd nebin xwedan cih di nexşeya nû ya herêmê de.

Mixabin rayedarên PDK wiha difikirin ku bi têkçûn û lawazbûna parçeyên din ew ê karibin Başûr di destê xwe de bigirin û lewma hemû tewîzan jî didin.

Lê pir caran di dîroka me de ev yek diyar bûye ku her kes û eşîretên bi dewletên dagirker re hevkarî kirine, piştre ew jî hatine tinekirin û ew jî têk çûne. Vê diyalektîkê bi dehan caran xwe dubare kiriye. Heger heta niha Başûr hiştine, ev encama wê yekê ye ku li perçayên din berxwedan heye, naxwe wê dorê li Başûr bigirin da ku bi hewldanên xwe hemûyan wê di 24 saatan de bifetisînin.

Lewma, heger difikirin, ev agir wê tenê Rojava û Bakur bişewitîne û Başûr wê di nava aramiyê de bimîne, ev felaket e. Ji ber ku dijminatiya Tirkan ya beramberî Kurdan di kirinên li Kerkûk û li Şingalê, li dijî referandûmê, li dijî HDP'ê nîşana vê yekê ne. Dewleta Tirk tenê yek Kurdî dipejirîne, ew jî ew Kurd e ku dijminatiya xwe dike û nasnama xwe înkar dike. Ji bo dewleta Tirk Kurdên bi rûmet hemû terorîst in, divê bên qirkirin.

Di demeke ku Hikûmeta AKP'e û MHP'ê di nava krîzekê de ye û ber bi têkçûnê ve diçe, ev polotîkaya PDK'ê ruh bi wan tîone û hêviya wan a serketina li dijî Kurdan xurt dike. Her wiha daxwuyaniyên Mesrûr Barzanî ên dawiyê ji bo QSD'ê jî dide diyarkirin ku ev konsept li dijî tevahiya desketiyên Kurdan e.

Ev siyaseta metirsîdar a ku PDK dimeşîne, heger pêşiya wê neyê girtin, wê rê li pêşiya qirkinên nû veke. Ji ber helwêstên rayedarên PDK'ê êrişên li dijî Kurdan rewa dikin. Lewma divê Kurd hemû li dijî vê siyasetê bin,, li dijî wê rabin. Ev şer ne şerê Kurdan e, ev şer şerê dewleta Tirk û Kurdan e. Di serî de pêşmerge, divê ti kes nebe parçeyek ji vî agirî. Divê em nehêlin ku ev agir mezin bibe. Divê em hemû bixebtin da ku em vê pîlana dagirkerên Kurdistanê têk bibin. Çawa ku dijiminê me dibin yek, divê em jî li dijî vê pîlana metirsîdar bibin yek û li dijî wê rawestin.