Pîlana biserxistina dijminan

Çarşem 8 Îlon 2021 - 03:12

  • Kawe Nadir: Şoreşgerên Kurd şehîd dibin. Ev yek dikeve qalibê xiyanetê, dikeve qalibê pîlana biserxistina dagirkerên Kurdistanê. Bi hêvî me ku îradeya aştîxwaz ya di nava Kurdan de rê nede pîlana dagirkeran.

IDRÎS KARA
SILÊMANÎ

 

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta Tirk, dagirkeriya xwe berfirehtir dike û cihê xwe mayînde dike. Li dijî êrişan Hikûmeta Iraqê û ya Hewlêrê, bêdeng in, PDK jî bi siyaseta xwe ya şerxwaz li dijî Tevgera Azadiyê di nava liv û tevgerê de ye. Pisporê Kar û Barê Iraqê, Salar Mehmûd û çavdêrê siyasî Kawe Nadir li ser van babetan ji rojnameya me re axivîn.

Pisporê Kar û Barê Iraqê, Salar Mehmûd destpêkê dibêje, sala 1992’yê Hikûmet û Parlamena Herêma Kurdistanê hatine damezrandin, piştî wê jî rejîma Beesê ruxiya, ji wê rojê ve dewleta Tirk statuya Herêma Kurdistanê qebûl nekiriye. Salar êrişên ku delweta Tirk dibe ser xaka Iraq û Başûrê Kurdistaê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî û cîrantiyê dibîne.

Qaşo 3 meh mane

Salar Mehmûd di dewamê balê dibe ser zêdebûna baregehên dewleta Tirk ên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de û wiha dewam dike, “Mixabin balafirên bi çek û bê mirov jî sivîlan dikin hedef. Divê Iraq bi fermî nerazîbûna xwe ji Tirkiyeyê re bêje. Biryara Parlamena Iraqê û Herêmê ya ji bo derxsitina leşkerên Tirk ji nav xaka Iraqê heye. Ji bo derketina leşkerên biyanî, tenê 3 meh mane. Heta serê salê divê hêzên biyanî hemû ji nav xaka Iraqê derkevin.” 

Piştre ew dibêje, "Divê dewleta Tirk bi rêya diyalogê pirsgirêka Kurd çareser bike. Êrişên Tirkan di nava xelkê Başûrê Kurdistanê de bûne cihê nerazîbûnê. Ev êriş ne di berjewendiya Iraq, Herêm û Tirkiyeyê de ye, ji bo wê, bombebaran û êrişên Tirkan xelkê Kurdistanê nerehet kirine. Ziyaneke mezin bi xwe re tînin. Li dijî hiqûqa navnetewî ne. Sala 2003’an parlamena Herêmê biryara derketine leşkerên Tirk daye û ev biryar hîna lê ye."

Xelkê Başûr nerazî ye

Salar behsa nerazîbûna xelkê ya ji êrişan jî dike: "Berê gelek caran parlamena Herêmê li dijî êrişan nerazîbûna xwe nîşan da. Bi fermî ragihand Tirkiyeyê jî, Başûrê Kurdistanê hemû jî li dijî van êriş û bombebaranan nerazî ye. Wargeha Mexmûrê dibin sîwana Neteweyên Yekbûyî (NY) û Iraqê de ye, lazim e Iraq û NY bi fermî ji bo rawestandina êrişên li dijî wargehê kar bikin. Di wargehê de tenê sivîl hene, jin zarok û kal hene."

Pêwîstî bi yekîtiyê heye

Weke derman li dijî êrişan jî ew dibêje, "Divê Kurd hemû bibin yek û piştgiriyê bidin hev. Yekbûn çêbe, dagirkerên Kurdistanê jî wê nikaribin êriş bikin, mafê ziman, çand û neteweyî nikaribin binpê bikin. Pêwîst e partiyên siyasî bernameyeke nîştimanî û demokrasiyê bi pêş bixin.”
Salar Mehmûd di dawiyê de merama xwe wiha îfade dike: "Madem dagirker li dijî Kurdan hemû dibin yek, lazim e Kurd jî bibin yek. Heger Kurd bibin yek, raya giştî ya navneteweyî jî wê guh bide wan û piştgiriya wan bike."

Hebûna xwe bi tinebûna Kurdan dizanin

Çavdêrê siyasî Kawe Nadir jî li ser heman babetan û xasma jî li ser hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re dipeyive. Kawe Nadir bi bîr dixe ku dewletaTirk ji bilî destwerdana siyasî û aborî, ev demeke dirêj e ku destwerdana leşkerî jî dike: “Dewleta Tirk hebûna xwe di tinebûna Kurdan de dibîne. Felsefeya dewleta Tirk ew e, heger Kurd hebin, ew nîne. Ji bo wê jî êrişên xwe berfireh kirine û heta Silêmaniyê jî çûne. Ev destwerdan hemû li dijî qanûnê ne û bêdengiya Iraq û Herêma Kurdistanê jî cihê şermezariyê ye. Bêdengî îsbata wê ye ku dagirkerên Kurdistanê kom bûne û li dijî Kurdan û Tevgera azadiyê biyara tinekirinê dane."

Fuad Hisên lê mikur hat

Kawe Nadir dibêje, beriya çendekê Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên gotiye, "Me rê daye Tirkiye êriş bike, em û wan li hev hatine." Kawe Nadir wiha dewam dike: "Niha jî serokê MÎT’a Tirkan Hakan Fîdan wê were Bexdayê û bi hempîşeyên xwe yên Sûriyê û Iraqê re bicive. Ev hemû îsbat in û ji bo wan doza Kurdan bernameyeke dijberiyê ye. Bi biryara her çar welatan, êrişî Başûr û Rojava dikin, lê ev xeyal in. Gelê Kurd gelek caran rastî êrişên mezintir jî hatiye, Kurd her tim maye, dagirker nemane.”

Hêviyê ji dagirkeran nekin

Kawe Nadir behsa êrişa çekdarên PDK’ê ya li Xelîfan a dijî gerîlayên Kurdistanê dike û dibêje, “Beriya niha jî li cihên cûda êriş çêbûn, ev ne cara yekem e û nabe dawî jî. Bi çi awayî be, pêşmergeyên PDK’ê jî Kurd in, ji bo wê rijandina xwîna Kurdan bi destê Kurdan, karesateke mezin e. Şoreşgerên Kurd şehîd dibin, lê kes bawer nake wê rojek bi destê hev şehîd bibin. Ev yek dikeve qalibê xiyanetê, dikeve qalibê pîlana biserxistina dagirkerên Kurdistanê. Bi hêvî me ku îradeya aştîxwaz ya di nava Kurdan de wê rê nede pîlana dagirkeran bi ser keve.
Dagirkerên Kurdistanê li dijî Kurdan yekhelwêst in. Bexda, Şam, Tehran û Enqere, ji bo rêgirtina azadiya Kurdistanê kom dibin, dixwazin Kurd negihin mafê xwe. Divê kes hêviyê ji paytexteke dagirkeran neke, ji ber ku dagirker yek in li dijî Kurdan. Çeka herî baş ya Kurdan yekîtiya neteweyî ye. Kengî Kurd bibin yek, hingê dagirker jî wê têk biçin. Ji bo ku Kurd nebin yek dagirker her tiştî dikin, misogeriya serxwebûna Kurdistanê yekîtiya Kurdan e. 

Divê xak were rizgarkirin

Di dawiyê de çavdêrê siyasî Kawe Nadir dibêje, “Em Kurd xwediyê projeyeke rizgariya nîştimanî ne. Pirsgirêk ew e ku Kurd bindest in, xaka me hatiye dagirkirin û heta em xaka xwe rizgar nekin, pirsgirêka me jî wê dewam bike. Heta niha ti welatê derve, ti gelê din rizgar nekiriye, wê çawa Kurdan ji derbên derve rizgar bikin? Divê Kurd bi îradeya xwe mafê xwe bistînin, di dawiya dawiyê de hertim gel bi ser dikevin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.