Pîlan dikin ola me tine bikin

Şemî 11 Adar 2023 - 00:15

Ev demeke li ser Şengalê pîlanên PDK’ê û dewleta Tirk ên ji bo bêîradehiştina civaka Êzîdî berfireh bûne. PDK’ê bi rêya Mîr Hazim Tehsîn Beg li ser navê Êzîdiyan hevdîtinên dîplomasî dike û li ser Êzîdiyan siyaseteke veşartî dide meşandin. Her wiha bi rêya sîxurên xwe pêşengên Rêveberiya Xweser dike hedef û hewl dide karê sîxûrtiyê di nava ciwanên Êzîdî de bi pêş bixe.

Serokeşîrên Şengalê jî li ser pilanên tinekirina Êzîdiyan banga hişiyarbûnê li civakê kirin û gotin, pilanên tinekirina ola me hene lazime Êzîdî vegerin Şengalê û ji bo parastina Êzîdîtiyê beşdarî nava YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê bibin.

 

Dixwazin ola me ya kevnar tine bikin

 Ji Serokeşîrên Hebabe, Dexîl Xwedêda Xelef got: “Hin partiyên siyasî û welatên derdora me, dixwazin ola me ya kevnar bi siyaseta xwe bihelînin. Em bang li gelê xwe dikin vegerin Şengalê û hêzên xwe yên parastinê, YBŞ’ê, YJŞ’ê û Asayîşê mezin bikin. Em baş dizanin ku ti hêzeke ji derve nayê parastina me nake, heger mala me wêran be ti kes ava nake.”

 

Divê gelê me vegere ser warê xwe

Endamê desteya Serokeşîrên Şengalê, Xidir Heyder Xwedêda jî got, “Em daxwaz ji gelê xwe dikin li axa xwe xwedî derekevin û dest ji xiyanetê berdin. Em dibînin heger gelê me ne li ser axa xwe be, di bindestiyê de dijî. Heger Êzîdî vegerin ser axa xwe û rêxistina xwe çêkin, wê demê, ew ê ji bindestiyê rizgar bibin. Lazim e ciwanên me jî nebin hevkarên dijmin û ajantiyê ji ti kesekî re nekin.”

 

Civaka me rê nedin îxanetkaran

Serokeşîrê Şerqiyan, Sebrî Şemo Heso derbarê siyaseta qirêj a li ser Şengalê de got; “Dewleta Tirk bi balefiran nikaribû encamê bigire, niha jî şebekeyên îstixbaratî ava dike û li pey pêşengên me digere. Em bang li tevahiya civaka xwe dikin bila rê nedin zarokên wan karê sîxurtiyê bikin. Pêwîst e Êzîdî rê li ber vê yekê bigirin. Pêwîst e Iraq jî bibe xwedî helwêst. Eger em bibin yekdest, em ê cihê xiyanetkaran jî di nava xwe de nehêlin.”

Sebrî Şemo Heso siyaseta PDK’ê ya li ser Êzîdiyan jî bi bîr xist û got, “PDK naxwaze gelê Êzîdî bibe xwedî îrade. Ji bo yekîtiya Êzîdiyan çênebe çi ji destê wê tê, dike. Destê xwe dike destê dewleta Tirk û bi hev re li ser gelê me şebekeyên îstixbaratî çêdike.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.