Phrixus û Helle; sêrpêhatiya du cêwiyan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Adar 2024 - 00:59

Li Pompeii ya Îtalyayê hin resmên li ser dîwaran ku kêm zirarê dîtine hatin dîtin. Li bajarê antîk ê Pompeii Piştî Mîladê sala 79’an Çiyayê Vezûv yê volkanîk teqiyabû û bajêr di bin xweliya van volkanan de mabû.

Bajarê Pompei idi Lîsteya Mîrateyên Dinyayê yên UNESCO’yê de jî cih digire û bi salane li wir xebatên arkeolojîk pêk tên. Arkeologan herî dawî di bin erdê de resmên li ser dîwaran ên ku reseniya xwe parastine dîtin.

Li gor pisporan ev resmên hatine dîtin beriya 2 hezar salan hatine çêkirin. Resmê li ser dîwar Phrixus û Helle teswîr dikin. Ev du karekter di mîtolojiya Yewnanîstanê de cih digirin û cêwî ne. Serpêhatiya van cêwiyan jî wiha ye; “Ji bo Phrixus û Helle ku dixwazin ji dêmariya xwe birevin beranekî xwedî postê zêr tê şandin. Her du cêwî li beranê ku postê wî zêr e, siwar dibin û ji ava Çanakkaleyê dibuhirin. Dema ew li ser behrê ne Helle ji beranî dikeve û dimire.”

POMPEII

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.