NAZIM DAŞTAN
MA/ŞENGAL
Civaka Êzîdî ku rêxistinên wê yên siyasî û leşkerî weke gef tên dîtin û artêşa Iraqê leşker kiriye xaka wan, li dijî tifaqa ku Tirkiye, Emerîka, PDK û Îran di nav de hene, ji bo hebûna xwe, mana xwe têdikoşin. Êzîdî dixwazin bi awayekî xweser û bi parastina xwe ya rewa, li Şengalê hebin.
Di ser fermana 73’yan a sala 2014’an a li Şengalê bi destê DAIŞ’ê pêkhatî re 6 sal derbas bûn. Dema fermanê, hêzên girêdayî artêşa Iraqê û PDK’ê civaka Êzîdî bi tenê hiştin û ji bajar derketin. Piştî vê DAIŞ’ê jî êrişî Şengalê kiribû û Êzîdî qir kiribûn. Hêzên HPG/YJA Starê û YPG/YPJ 'ê bi hewara Êzîdiyan ve hatin û ew ji qirkirineke mezintir rizgar kirin. Heta 13’ê Mijdara 2015’an li dijî DAIŞ’ê şer kirin û Şengal rizgar kirin. Piştre Êzîdiyan hêzên parastina rewa Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ava kirin.
Peymana tinekirina rêveberiya Şengalê
Piştî Şengal hat rizgarkirin bû armanca êriş û gefên Tirkiyeyê û gelek welatan. Herî dawî di 9’ê Cotmeha 2020’an de Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser Şengalê peymanek îmze kirin. Ji ber vê peymanê bi mehan e rewşeke aloz li Şengalê heye û tê xwestin ku rêxistinbûna piştî fermanê bi destê Êzîdiyan hatiye avakirin, bê hilweşandin. Tirkiye û Emerîka piştgiriya peymanê dikin û dixwazin ku Meclîsa Xweser a Şengalê û Asayîşa Şengalê ji holê bên rakirin.
Cihê Artêşa Iraqê nîne
Êzîdî jî li dijî vê peymana ku vîna wav tine dihesibîne, serferberbûne û peymanê qebûl nakin. Ji bo ku peyman lê be, gelek caran artêşa Iraqê xwest bikeve deverên di bin kontrola YBŞ’ê de. Lê Êzîdî li ber vê rabûn û hewldanên artêşa Iraqê pûç kirin. Herî dawî jî artêşa Iraqê xwest bikeve gundê Gir Zerîk ê ser bi Til Êzerê. Êzîdî li ber vê jî rabûn û bipêşveçûna artêşê rawestandin. Dayik û êşîrên Êzîdiyan gotin, ew ê destûrê nedin hêzên ku ew di fermanê de bi tenê hiştine û peyam dan fermandarên artêşa Iraqê ku hêzên wan biparêzin hêzên YBŞ û YJŞ’ê ne.
Her çiqasî berxwedana Êzîdiyan kiribe ku hêzên Iraqê vekişiyabin jî tehliyeya li Şengalê didome. Artêşa Iraqê dibejê, ew hê jî girêdayî Peymana 9’ê Cotmehê ye. Artêşa Iraqê her ku diçe êrişkar dibe û bi provakatîfî tevdigere. Ev jî nîşan dide ku wê li herêmê şerek biqewime. Lê YBŞ û Rêveberiya Xweser a Şengalê dixwazin pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Hevdîtinên di navbera aliyan de jî didomin.
Fitne û fesadiya dewleta Tirk e
Beriya niha Tirkiye gelek caran gef li Şengalê xwarin û helw da ku bikeve herêmê. Lê ti encam bi dest nexistiye. Ji ber vê, niha hewl dide pîlanên xwe bi rêya artêşa Iraqê û PDK’ê pêk bîne. Ji bo ku gengeşiya li herêmê veguhere şer, dikeve nav her cure hewldanê. Ji bo ku Peymana 9’ê Cotmehê zextê li Hikûmeta Kazimî û Herêma Kurdistanê dike. Her du hêz jî ji ber zexta dewleta Tirk hewl didin li Şengalê cih bigirin.
Artêşa Iraqê ku heta niha li dijî hêzên YBŞ’ê û gelê Şengalê bi ser neketiye, rêyên cuda jî diceribîne. Artêş li malbat û êşîrên di nav YBŞ’ê de digere û bi şertê ku ji YBŞ’ê veqetin soza naskirinê û mûçedayînê dide wan. Şengalî jî van hewldanên Tirkiye, Iraqê û PDK’ê weke siyaseta “parçe bike û bi rê ve bibe” dibînin.
Hat diyarkirin ku artêşa Iraqê di ser Meclisa Xweser a Demokratîk a Şengalê re dixwaze ku endam û nûnerê meclisê xwe weke “îdareya bajêr” bidin nasîn. Ev jî weke parçeyekî pîlana li dijî Şengalê tê dîtin. Ev weke rêxistinbûn û îdareyeke herêmî ku ti vîn û rayeya wê tineye tê pênasekirin. Tê gotin ku Iraqê ji bo pîlanên xwe yên li ser Şengalê pêk bîne, bi pêşniyazên Tirkiyeyê vê daxwazê dike.
Tê xwestin ku li Şengalê hêzên îdarî û parastinê bên tesfiyekirin û bi destê artêşa Iraqê ji PDK’ê re bê hiştin. Bi vê lêfihêlkirina PDK’ê û sererastkirina îmaja wê ya ku dema fermanê xera bûbû, tê plankirin.
Çareserî qebûl û naskirina xweseriyê ye
Li aliyê din li Şengalê hêza Heşdî Şebî jî heye. Heşdî Şebî, dibêje, li dijî êrişeke Tirkiye û PDK’ê ew ê bikeve nav tevgerê û li bendê ye ku Îran fermanê bidiyê. Her çiqas peyamên wan ên pêşîgirtina li belavbûna Tirkiyeyê hebin jî ew jî di encamê de dixwazin di rewşeke aloz de tevahiya Şengalê bikin bin kontrola xwe. Ji bo vê Îran, di ser Heşdî Şebî re siyasetê dike û Şengalê weke parçeyekî pîlana xwe ya “hîlala Şîî” ya ji Sûriyeyê heta Lubnanê dibîne.
Ev pîlan hemû, li berxwedana Êzîdiyan dialiqin. Civaka Êzîdî ku xwe li dora Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û hêzên parastinê kirine xelek, cara yekemîn li dijî artêşekê serî hilda. Ev rewş weke mijareke girîng tê dîtin. Ji bo ku fermaneke nû nebe, Şengalî dibêjin, çareserî naskirina Rêveberiya Xweser e.