Peymaneke din ji bo Rojava

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 10 Sibat 2023 - 00:25

  • Zanîngeha Rojava peymana xwe ya 9´an a hevkariya akademîk bi Zanîngeha Connecticut re îmze kir. Di vê çarçoveyê de wê nexasim di bara nûjenkirina rêbaza dersdayînê hevkarî bê kirin.

SÎMA BIROKÊ/ANHA / QAMIŞLO

 

Zanîngeha Rojava li ser daxwaza Zanîngeha Connecticut a li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), peymaneke akademîk pê re îmze kir. Bi vê yekê, hejmara zanîngeh û peymangehên ku Zanîngeha Rojava bi wan re peyman îmze kirine, bû 9.

Zanîngeha Rojava têkiliyên xwe yên bi zanîngeh û peymangehên cîhanê re xurt dike. Herî dawî li ser daxwaza Zanîngeha Connecticutê ya DYE´yê, peymaneke akademîk bi vê zanîngehê re îmze kir.

Zanîngeha Rojava piştî ku li ser peymanê nîqaş kir, bi rêya Nivîsgeha Têkiliyên Giştî daxwaza îmzekirina peymanê erê kir. Peyman hevkariya heta bi 5 salan diyar dike, lê piştî wê demê dikare heta demeke din jî bê dirêjkirin.

 

Rêbaza dersdayînê tê nûjenkirin

Hevseroka Zanîngeha Rojava Şînda Dawûd têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku naveroka peymanê bi temamî zanistî ye, karê ku dê pêk were jî hevbeş e. Şînda destnîşan kir ku peyman ji bo lidarxistina konfrans, panel û sempozyumên hevbeş, çêkirina kovarên hevbeş, lêkolîn û bipêşxistina asta xwendekar û mamosteyan e û got, “Tişta ku dê pirr nîqaş li ser bê kirin jî nûjenkirina rêbaza dersdayînê ye.”

38 hezar xwendekarên wê hene

Zanîngeha Connecticut, zanîngeheke lêkolînan a giştî ye, li wîlayeta Connecticutê ye. Sala 1881`ê hatiye avakirin û navê wê destpêkê Dibistana Sotres a çandiniyê bû. Zêdetirî 30 hezar xwendekar li 6 beşên zanîngehê dixwînin, zêdetirî 8 hezar xwendekarên xwendina bilind jî lê xwendina xwe didomînin. Di heman demê de zanîngeh endama Universitas 21 e.

 

Hevkariya bi 9 zanîngehan re

Hêjayî gotinê ye Zanîngeha Rojava peyman bi gelek zanîngeh û peymangehên Kurdistanê û cîhanê re danîne. Zanîngehên peyman bi wan re hatine îmzekirin ev in: “International Institute of Kurdish Culture (Îtalya), California Institute of Integral Studies (DYE), Zanîngeha Washington State (DYE), Zanîngeha Parmayê (Îtalya), Kurdish Heritage Institute (Silêmanî), Lebanese French University (Hewlêr), Zanîngeha Bremenê (Elmanya), Zanînhega Emdenê (Elmanya) û Zanîngeha Connecticut (DYE).”

 

California Institute siyasî jî piştgirî da

California Institute of Integral Studies (CIIS) ne tenê hevkariya akademîk kir. Wê fermî peymanên hevkariya akademîk bi Zanîngeha Rojava û Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamyayê re mohr kirin. Lê wê her cara ku êrişî Rojava hat kirin, bi daxuyaniyên xwe û çalakiyên xwendekarên xwe siyasî jî destek da Rojava. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.