- PADÊ ji hikûmeta Iraqê xwest peymana li dijî Şengalê betal bike. Wê wekî din xwest bi dadgeheke taybet her kesê bûyî sedema dagirkirina DAIŞ´ê bê dadgehkirin.
PADÊ, bang li hikûmeta Iraqê kir da ku peymana li dijî Şengalê betal bike.
Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan (PADÊ) piştî kongreya xwe ya sêyemîn têkildarî bûyerên li herêmê û nexasim li Şengalê daxuyaniyek da, û xwest êrişên dewleta Tirk bên sekinandin û peymana li dijî Şengalê bê betalkirin. PADÊ wekî din xwest ku sersebebên dagirkirina Şenaglê bi dadgeheke taybet bên dadgehkirin.
PADÊ kongreya xwe ya sisêyan li dar xist. PADÊ piştî kongreya xwe ya sêyan daxuyaniyek da û ragihand ku divê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê werin rawestandin û fermana li dijî Şengalê weke jenosîd bê nasîn. PADÊ bang li Iraqê kir da ku lihevkirina bi PDK´ê re ya li dijî Şengalê hilweşîne.
Daxuyaniya PADÊ ya piştî Kongreya 3’yan a li ser bûyerên vê dawiyê li Êzîdxan û herêmê wiha ye:
Hêsankeriyê ji bo penaberan bikin
“Ji bo penaberên ku bixwazin vegerin Şengalê, divê rê were hêsankirin û lêzimiyên wan bi cih werin anîn. Pêwîst e bombebarana dewleta Tirk a dagirker were rawestandin, ji ber ku êriş dibin sedem ku penaber venegerin. Divê Şengal weke parêzgeheke nenavendî û girêdayî hikûmeta navendî were naskirin. Lazim e ji madeya 140 jî were derxistin û mafê Êzîdiyan were parastin.
Weke jenosîd qebûl bikin
Komkujiyên li hemberî Êzîdiyan pêk hatin, bi taybetî komkujiya 3 Tebaxa 2014’an weke jenosîd bê nasîn û tazmînata xelkê Êzîdî were dayîn.
Hewceye lihevkirina li dijî Şengalê were xirakirin, ji ber ku Êzîdî bi ti awayî tevlî vê lihevkirinê nebûne û pirsa xwe jî ji Êzîdiyan nekirine. Nabe aliyê ku Şengal parastî bibe hedef. Nabe asayîşa herêmê bikeve destê polîsên ku zêdetirî xwe bi ser hizban in.
Sersebebên dagirkirinê divê bên dadgehkirin
Divê dadgehek taybet ji bo her kesê bûye sedem ku DAIŞ Şengalê dagir bike, pêk bê. Ji bo azadiya Êzîdiyên di destê DAIŞ’ê de zêdetir kar were kirin û pêwîstiyên tenduristiyê yên taybet werin pêşwazîkirin. Divê mafê malbatên şehîdan û qurbaniyên destê DAIŞ’ê were parastin, lijneyek ji pêkhateyên Şengalê ji bo avakirina herêmê were avakirin.”
ŞENGAL