Peymana Madrîdê protesto kirin

Yekşem 3 Tîrmeh 2022 - 21:39

  • Peymana li Madrîdê ya li dijî Kurdan a di berdêla endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê de, li paytexta Norwêcê Osloyê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Peymana li Madrîdê ya li dijî Kurdan a di berdêla endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO'yê de, li paytexta Norwêcê Osloyê bi mîtîngekê hat protestokirin.

Li Osloyê bi organîzekirina Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Solîdarîtet med Kurdistanê mîtîng hat lidarxistin. Bi sedan kes tevlî mîtîngê bûn.

Di çalakiyê de nerazîbpûn nîşanê yasaya ku di berdêla endamtiya NATO’yê Swêde ku 1’ê Tîrmehê ket meriyetê, hat dayîn.

Xwepêşandêran got, bi yasaya heyî, dixwazin gelê Kurd terorîze bikin.

Hevseroka saziya Solîdarîtet med Kurdistanê Stîna Bergsten a Swêdî û Serokê Partiya Sor a Norwêcê (Rødt Parti) ya Osloyê Sîavash Mobasherî bi nûnerê Însiyatîfa Aştiyê (Fredsînîtîatîvet) re axivîn.

Wan got, “Mixabin Swêd ji bo bibe endamê NATO’yê peymana herî qirêj a dîroka xwe îmze kiriye. Ev şermeke mezin e.”

ANF/OSLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.