Serokê PADÊ’ê (Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan) Omer Salih Îbrahîm li ser peymana navbera Iraq-Hewlêrê bersiv da pirsên rojnamevan Rêbaz Hesen û got: "Li pişt pîlanên li ser Şengalê dewleta Tirk heye. Êzîdiyên niha ne Êzîdiyên beriya 2014’an e. Ti peymanekê qebûl nakin ku erêkirina Êzîdiyan nebe."
Îbrahîm li ser peymanê weha got: "Peyman bêyî vîna gelê Şengalê hatiye çêkirin. Li gorî me wê ev peyma pêk neyê. Ji ber ku li Şengalê kesên li ber xwe dane û zehmetî kêşandine pir in, lê ne Hikumeta Iraq û ne jî ya Herêma Kurdistanê hizra van kesane nekirine ku bi fermanê re rû bi rû mane. Heman kesan li ber xwe dan, xak, rûmet û namûsa xwe li naverastê nehiştin û nerevîn û çeteyên DAÎŞ'ê têkbirin. Her wiha nehiştin çeteyên DAÎŞ'ê çiyayê Şengalê dagir bike. Heman kesan li çiyayê Şengalê bi dirêjahiya 70 kîlometreyan navçeya xwe ji çeteyên DAÎŞ'ê paqijkirin û heya îro parastin."
Nahêlin Êzîdî vegerin
Îbrahîm bi bîr xist ku ji sedî 80ʼê xelkê Êzîdî peymanê qebûl nake û diyar kir ku li pişt peymanê dewleta Tirk heye û got; "Em ji niha ve dipirsin ku çima PDK naçe û li ser Kerkûkê peyman çênake, qey bi xwe nabêjin 'Kerkûk dilê Kurdistanê ye'. Çima naçin li ser mijara Kerkûkê bi Hikumeta Iraqê re li hev nakin. Ji ber ku gelê Êzîdî vedigere Şengalê û jiyan asayî dibe, pêşiya gel digire ji bo ku venegerin ser mal û warê xwe. Rojane nêzî 200 mal vedigerin Şengalê, lê pêşiya wan tê girtin û ji wan re dibêjin venegerin, li Şengalê jiyan aram nîne, pêwîste îdareya berê vegere Şengalê. Em dipirsin îdareya berê çima çû û du caran Şengalî bi tenê hiştin? Sala 2014'an dema êrîşa DAÎŞ’ê û sala 2017'an jî dema hatina Heşdî Şebî. Ji ber wê em dibêjin bi ti awayî gelê Şengalê wan hêzan qebûl nake ku gelê Şengal bi tenê hiştin."
ANF/ŞENGAL