- Burç diyar kir ku dewleta Tirk ji xwerêvebirina xelkê Şengalê û hêzên wan ên leşkerî aciz e û naxwaze li wir statûya Êzîdiyên bi destê PKK’ê hatine rizgarkirin pêk bê.
Rojnamevan Eyûp Burç di hevpeyvînekê de ku bi rojnamevan Îdrîs Sayilgan re kir, di çarçoveya îmzekirina peymana navbera Hewlêr û Bexdayê ya di 9’ê Cotmehê de diyar kir ku peyman peyamê dide Kurdan û bi bîr xist ku destwerdana li ser Serêkaniyê û Girê Spî jî di wê rojê de dest pê kiribû û hişyar kir ku wê ev yek rê liber komkujî û şerekî nû veke.
Burç diyar kir ku dewleta Tirk ji xwerêvebirina xelkê Şengalê û hêzên wan ên leşkerî aciz e û naxwaze li wir statûya Êzîdiyên bi destê PKK’ê hatine rizgarkirin pêk bê.
Burç li ser peymanê weha dibêje: “Heye ku li qadê bibe sedema şer. Rêveberiyek bi hêz a Bexdayê tineye peymanê pêk bîne. Yên berê birêve dibirin, xelkê Êzîdî bi komkujiyan re rûbirû hiştin. Niha xelk dipirse ‘Yên me diparêzin çima wê ji vir werin derxistin. Çima hêza me ya parastinê wê were tasfiyekirin?’ Nexwe hûn ne ji bo parastinê diçin wir. Niyeta we li ser daxwaza hin kesên din e û dixwazin xelkê zeft bikin. Ev peyman tenê kêrî Tirkiyê tê. Tenê wê Tirkiye qezenc bike. Loma niha bêdeng e. Heke tiştek li dijî Tirkiyê bûya niha qiyamet rakiribû. Ev peyman ne ji bo berjwendiyên gelê Kurd, hêzên Kurdistanî û civaka Êzîdiyan e. Êzîdî bi tu awayî ji vê peymanê sûdê wernagirin. Wê di vê peymanê de Kurd û Kurdistan bixisirin.”
MA/STENBOL