Peyman dewama fermanê ye

Sêşem 13 Cotmeh 2020 - 16:30

  • Rojnamevan Ersîn Çaksû bi nûnerên Êzidiyan re li ser peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê axivî û nûneran peyman weke "Peymana sûcdaran û xayinan" bi nav kirin. Nûneran diyar kir ku peyman dewama fermana 73'an e.

Rojnamevan Ersîn Çaksû bi nûnerên Êzidiyan re li ser peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê axivî û nûneran peyman weke "Peymana sûcdaran û xayinan" bi nav kirin. Nûneran diyar kir ku peyman dewama fermana 73'an e.
PDK'ê ku demeke dirêj li dijî Şengalê û Êzidiyan propagandayeke reşkirinê meşand, piştî hin hevdîtinên bi Bexdayê re kir, di 9'ê Cotmehê de bi hikumeta navendî ya Iraqê re li ser Şengalê û Êzidiyan mohra xwe danî binê peymaneke qirêj.
Ji vê peymana qirêj re her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY), Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Elmanyayê navbeynkarî kirin.
Piştî ku ev peyman hate îmzekirin, endamê Polîtburo ya PDK'ê Felah Mûstafa spasiya NY, DYE, Elmanya û Fransa kir ku navbeynkarî jê re kirine.
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, PDK'ê pêşmergeyên xwe, hikumeta navendî ya Iraqê jî leşker û polîsên xwe vekişandibûn û Şengal û Êzidî di nava lepên qirkirinê de hiştibûn.
Bi destwerdana gerîlayên HPG'ê û hêzên YPG û YPJ'ê re bi sed hezaran Êzidî ji qirkirinê hatibûn rizgarkirin, lê belê dîsa jî çeteyên DAÎŞ'ê bi hezaran jin û zarokên Êzidî revandibûn, bi hezaran mêr jî kuştibûn.
Hêzên HPG'ê ku bi sed hezaran Êzidî ji hovîtiya DAÎŞ'ê rizgar kirin û Şengal azad kirin, di Nîsana 2018'an de bi rengekî fermî xwe ji Şengalê vekişandin. Tevî vê yekê jî PDK îdîa dike ku PKK li herêmê heye û li ser Şengalê bazarên qirêj dike.

Wan Êzidî hiştin û reviyan

Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço, Hevserokê NAV-YÊK'ê Hecî Çelîk û Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca peymana navbera PDK û Bexdayê ji ANF'ê re nirxandin.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço peyman weke "komployek li dijî Êzidiyan" bi nav kir û diyar kir ku peyman di heman demê de dewama fermana 3'ê Tebaxê ye. Ev peyman peymana tasfiyekirina Êzidiyan e. Em ê qebûl nekin."
Hevserokê rêxistiniya sîwanî ya Êzidiyan NAV-YÊK'ê Hecî Çelîk jî got, “Her du hêzên ku îro peyman çêkirine di 3'ê Tebaxê de bi sed hezaran Êzidî di nava komkujiyê de hiştibûn û reviya bûn."
Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca jî peyman weke "Peymaneke ku îradeya Êzidiyan ji nedîtî ve tê" pênase kir û destnîşan kir ku peymana navborî tê wateya temamkirina fermana ku 3'ê Tebaxê nîvco ma. Feleknas Ûca got, "Yên ku peyman çêkirin di 3'ê Tebaxê de Êzidî bêparastin hiştin û reviyan. Ev yek tê wateya temamkirina karê di 3'ê Tebaxê de nîvco ma."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.