Peyman a Hewlêr û Enqerê ye

Şemî 28 Mijdar 2020 - 04:19

  • Nûnerê MXDŞ: Çêl li me dikin dibêjin, ´Em dizanin çi hêz li Şengalê hene´. Baş e, çima tu nizanî keçên Şengalî li kîjan bazaran hatin firotin?

MIHEMED PORGEBOL

 

Platforma Baweriyan a Mezopotamyayê, forumeke online organîze kir ku tê de beşdar li ser êrişên li dijî Şengalê peyivîn. Forum di ser Zoomê re bi rê ve çû û nûnerên gelek saziyên Êzîdiyan jî beşdar bûn. Di forumê de hat gotin, gelekî girîng e ku têkoşîn hevpar be, da ku dekûdolabên li dijî Şengalê bên pûçkirin.
Ahmad Kubanî moderatoriya forumê kir û pêşî Cîgirê Hevserokê Meclîsa Şengalê, Heso Ibrahîm behsa rewşa heyî ya Şengalê kir û got, piştî peymana bi desteka Tirkiyeyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bêhtirî 10 hezar eskeran şandina Şengalê. Wî got, “Armanca vê peymanê tinekirina Şengalê û hêzên parastinê yên Şengalê ye. Ma hê nû hat bîra Iraqê ku dewlet e. Dev ji her tiştî berdane, berê xwe dane Şengalê. Ma li Şengalê çi heye ku bi hezaran esker şandinê. Bi navê qanûnê ev fermaneke li dijî miletê Şengalê ye.
Şêxên me şewitandin, bi hezaran mirovên me qetil kirin. Hîna jî bi hezaran jin û zarokên me winda ne. Çima li şûna esker bişînin hesabê van napirsin? Tên êrişî miletê Şengalê dikin ku hêza xwe ya parastinê ava kiriye. Çêl li me dikin dibêjin, ´Em dizanin çi hêz li Şengalê hene´. Baş e, çima tu nizanî keçên Şengalî li kîjan bazaran hatin firotin?”

Enqere Hewlêrê dide pêş

Piştre li ser navê Federasyona Êzîdiyan (NAVYEK) hevserokê wê Hecî Çelîk peyivî û got, “Dewletên statukoparêz ên herêmê û hêzên împeryalîst tirsiyane. Ji civakeke azad û demokratîk ditirsin. Ditirsin ku Êzîdiyên heta îro ferman hatine serê wan, azad bijîn. Armanca wan ne dewlemendiyên Şengalê ne, armanca wan tinekirina civaka demokratîk e ku li Şengalê kat dide. Peymana 9´ê Mijdarê ne ya Bexda û Hewlêrê ye, ya Hewlêr û Enqerê ye. Enqere xwe li paş digire û Hewlêrê dide pêş.”
Ji Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) Şêx Loqman hê got, “Her dara li Şengalê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Ji bo YBŞ´ê dibêjin, hêzên ne fermî. Ma yên ku Şengal ji DAIŞ´ê re hiştin rewa ne? Bila zanibin hêzên parastinê yên li Şengalê rewa ne.”

Yekîtiya Kurdan lazim e

Di forumê de li ser navê Federasyona Demokratîka Elewiyan (FEDA), hevserokê wê Demir Çelik peyivî û got, “Dewleta Tirk çima êrişî Şengalê dike? Ma Şengal erdên Tirkan in? Baweriya miletê me yê Êzîdî ji baweriyên qedîm ên Mezopotamyayê ye. Baweriyeke humanîst e. Îro roj, miletê Şengalê dixwaze di civakeke demokratîk de bijî. Ev hem dewleta netewe ya Tirk, hem ya Ereb û hem jî sîstema kapîtalîst aciz dike. Li aliyê din din dewleta Tirk dixwaze Başûr û Rojava dagir bike. Divê Kurd vê baş bibînin û teşhîr bikin. Ji nan û avê bêhtir yekîtiya Kurdan ji me re lazim e.”

Azadiya Mezopotamyayê bi ya Şengalê dibe

Li ser navê Kurdên Hewramanê, Zerdeşt Horamî peyivî û got, “Êrişa li dijî Şengalê bi şirîkatiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bûye êrişeke li dijî û dîn û baweriyan e. Hikûmeta Başûr girîdayî Erdogan e. Îro li Başûr du hêzên sereke hene, Erdoganîzm û Xumeynîzm. Ew nasname û baweriya min binpê dikin. Çapemeniya me divê meseleya Şengalê û Êzîdiyan baş ragihîne. Ev şerek e ku dagirkerên Kurdistanê daye destpêkirin. Ji ber wê jî azadiya temamê Mezopotamyayê bi azadiya Şengalê mumkin e.”

Yekîtiya me hebe Kurdistana me jî wê hebe

Li ser navê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Davut Ovseme jî got, “Armanca van [dagirkeran] ew e ku Kurdistanê û Kurdan tine bikin. Ew dîn weke amûr bi kar tînin. Esasê êrişên li dijî Şengalê jî ev e. Ne ku ji ber Êzîdîtiyê dixwazin Şengalê dagir bikin. Armanca wan sîstema demokratîk a li Şengalê. Ji ber vê jî, divê beriya dîn û baweriyên xwe em li Kurdbûna xwe bifikirin. Ji ber ku ev [dijmin] ne ji ber Mislimantî, Êzîdîtî yan jî Elewîtiyê êrişî me dikin. Ji ber ku em Kurd in, ew êrişî me dikin. Yekîtiya me hebe Kurdistan me jî wê hebe. Miletê me yê Êzîdî xeta me ya sor in. Divê em weke netewe rabin û rûnin, em rêveberiya demokratîk a li Şengalê biparêzin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.