Peykersaza heqîqeta derûnî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 27 Sibat 2021 - 01:24

Xiang Jing  peykersazeke Çînî ye ku sala 1968'an hatiye dinê. Ew ji Akademiya Navendî ya hunerên Bedew a Cînê ji Beşê Peykersaziyê mezûn bûye. Hunerê wê dikare li sê dewran bê dabeşkirin. Yek jê "Eksên ji neynikê" ye, teqrîben ji 1999*an heta 2002'yan. Dewra duyem a "Hiş be" ye, ji sala 2003'yan heta 2005'an. Û dewra dawî jî "Ji hestû û wêde tazî" ye, teqrîben ji 2006'a heta 2008'an. Piştre jî ew sala 2009'an vegeriya bajarê xwe Pekînê. 

Pirraniya berhemên wê jinan nîşan didin, tevî xwezaya wê ya "bi qisûr" bi maneya wê ya heqîqîbûna jinê. Ew peykeran bêqisûr nake, li şûna wê, wan xislet û qisûrên piçûk derdixe pêş ku li cem jinan hemûyan hene. Carinan çermê xwe bi ser kemaxan de berdide, carinan zelûlkirina aliyekî rûyî be.  Xiang Jing bi vî hunerê xwe weke ku peyamekê bide: ew hukmê li ser bedewiya jinê yê seresere, pûç e, bê mane ye. 

Gava ku mirov qenc berê xwe dide berhemên wê mirov dibîne ku heqîqeta derûnî ji bo wê muhim e. Di quncikekê de du peykerên jinan. Yekê jê destê xwe weke sîlehê girtiye û daye serê yeke din. Kêfa wê li cih e, dikene, bextewer e. Ya din bi her halê xwe, yanî bi sekna xwe û bi rûyê xwe tirsiyaye, xemgîn e. Ew qisûrê min li jor behsa wan kir di herduyan de mubalexekirî xuya dikin. Nexasim jî hevnegirtina darê bedena wan. Ew belkî bi vî awayî li rastiya hebûnê ya mirovan digere.

Serpêhatiya wê ya pêangehan sala 1995'an dest pê kir û ji hingê ve bi dehan pêangehên solo û bi dehan ên kolektîf vekirine.

PEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.