Peykerên darîn yên bi pîkselan hatine sêwirandin

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 26 Mijdar 2022 - 05:50

  • Han Hsu-Tung bi teknîka berê van peykerên xwe çêdike lê kombînasyona ku ava dike, têkiliyekê bi vî zemanî re jî datîne

Hunermendê Taywanî Han Hsu-Tung peykerên ji texte yên darîn çêdike. Lê ew bi van peykerên xwe dijîtalîzebûnê dinirxîne. Di warê dijîtalê de “pîksel” girîng in û heger pîkselên wêneyekî kêm bin, ew ne xweşik tê xuyanê. Yan kêm e, yan jî xera bûye. Peykerên Han Hsu-Tung jî weke pîkselan hatine sêwirandin. Di hin peykerên wî de meriv dibîne ku pîksel ji hev belav bûne û peyker li gorî mentiqê pîksalan hatine hazirkirin. Ew fîgûrên heywan û insanan li gorî dema modern a aniha disêwirîne û dike ku bi sê hêlan werin xuyakirin ev peykerên wî. Her wiha tevger û dînamîzma peykerên wî jî xwe nîşan dide. Weke ku ew nîvco ne û dê “temam” bibin, tên xuyakirin. 

Han Hsu-Tung bi teknîka berê van peykerên xwe çêdike lê kombînasyona ku ava dike, têkiliyekê bi vî zemanî re jî datîne. Ji lewma ew rabihuriyê û dema îro bi hev re, bi van peykeran dinirxîne. Ji teknîkên berê û yên îro sûdê werdigire û hunerê xwe li ser van esasan ava dike.

TAIPEI

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.