Li Başûrê Koreyê peykerekî Bûda ku bi qasî 88 tonan giran e, ev demeke dirêj e quliptibû û niha tarîqeteke li Başûrê Koreyê dixwaze peyker weke berê dîsa rake ser piyan. Peykerê Bûda, bi salan e bi ser dev ketiye û ji ber ku ew pirr giran e, kesî nekarîbûye wî rake ser piyan. Terîqetekê da zanîn ku ew ê peyker heta sala 2025’an dîsa bînin ser rewşa wî ya berê.
Peykerê Bûda li lûtkeya Çiyayê Namsanê dimîne û li gorî agahiyên derbarê peyker de tên zanîn, ew 1300 salî ye. Peykerê ku weke “Maaebul” jî tê zanîn di sala 2007’an de ji hêla hin lêkolerên ku li herêmê xebitîbûn hatibû kifşkirin. Wisa tê texminkirin ku di sala 1430’î de erdehejekê ew qulibandiye û ji hingê ve peyker quliptî maye.
Serokê terîqetê Jinwoo got; “Peykerê Bûda bi qasî hezar salan bi sebr û semax, êş û azarên xelkê bi ser dev hildigire. Divê em wî rakin ser piyan, ji ber ku di heman demê de rakirina wî ya ser piyan tê maneya bilindkirina civakê jî. Bi xêra wî, xweza wê ji nûve zindî bimîne û her wiha dilê xelkê jî şa bibe.”
Ji ber ku peyker pirr giran e, hîna jî baş nehatiye zelalkirin bê ka dê wî çawa rakin ser piyan, lê terîqetê got, pêşî operasyoneke simûlasyonî wê pêk were û dûre jî bi awayekî jidil dê Bûda rakin ser piyan.
NAVENDA NÛÇEYAN