Peykerê Cîlan Berces hat çêkirin

Yekşem 5 Kanûn 2021 - 23:36

  • Yek ji jinên ciwan ên Êzîdî yên di fermanê de ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li rizgarbûnê digeriyan jî Cîlan Berces bû. 

Yek ji jinên ciwan ên Êzîdî yên di fermanê de ketin destê çeteyên DAIŞ’ê û li rizgarbûnê digeriyan jî Cîlan Berces bû. Ji bo ku ji çeteyan xilas bibe, wê rayên destên xwe birrîn û canê xwe ji dest dabû. Civaka Êzîdî ev helwêsta Cîlanê pîroz dît ji bo wê bi bîr bîne, peykerê wê li Til Izêrê da çêkirin. 

Dezgeha Xêrxwaziyê ya Eşîra Korkorka ev peykerê Cîlan Berces da çêkirin û bi merasîmekê ew li Til Izêrê hate danîn. Di merasîmê de Rêveberiya Xweser a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), gelek oldar û mezinên civakê û gelê Şengalê amadebûn. 

JINNEWS/ŞENGAL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.