Ji 4'ê heta 7'ê Îlona 2022'yan li bejahiya gundê Serêkaniyê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê şerekî giran qewimîbû.
Di vî şerî de gerîlayên HPG'ê Yûnûs Kardagi bi nasnav Xebat Kop, Ramazan Guçlu bi nasnav Zana Rojda şehîd bûbûn.
Her du şehîdan di wan kêliyên şer de li pey xwe peyameke dawî ya bi deng hişt.
Stêrk TV bi bernameyeke taybet, deng û helwêsta dawî ya her du şehîdan diweşîne.
Ji Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Heqî Armanc jî di bernameyê de li ser Xebat Kop û Zana Rojda û peyama wan a dawî diaxive.
Bernameya Stêrk Taybet wê 20'ê Hezîranê bi dema Ewropayê saet di 20:00 de li Stêrk TV bê weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN