Peyama 1’ê Îlonê ya Stenbolê: Tecrîdê rakin

Şemî 31 Tebax 2024 - 01:05

Stenbol xwe hazir dike ku 1’ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanî pîroz bike. Bi vê çarçoweyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê 1’ê Îlonê li Qada Îskeleyê ya Kadikoyê ya Stenbolê wê daxuyaniyeke girseyî were dayin. Berdevka Herêma 2'yemîn a DEM Partiyê Gîzem Kuzuk got ew ê 1’ê Îlonê de bixwazin ku polîtîkayên şer bisekinin û tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin. 

Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, wê bi dirûşmeya "Li dijî şer em aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin" bi pêşengiya Hêzên Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê, saet di 19.00’an de li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyaniyeke girseyî bê dayîn. Tê payîn ku Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllarî jî beşdarî daxuyaniyê bibe.

Berdevka Herêma 2'yemîn a DEM Partiyê Gîzem Kuzuk ku di nava Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê de cih digire banga tevlîbûna kir.

Şoweniyê û nîjatperestiyê teşwîq dikin

Kuzukê da zanîn ku îsal 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi taybetî li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bi atmosfera şer tê pêşwazîkirin û wiha got: "Îro polîtîkayên şer û germahiya di siyaseta navxweyî ya li Tirkiyeyê de li tevahiya Rojhilata Navînê qadeke şer afirandiye. Ya li Tirkiyeyê tenê ne pevçûn e, teşwîqkirina şovenîzm û nijadperestiyê jî heye ku bandorê li hemû welatên cîran dike." 

Tecrîd û pirsa Kurd têkilî hev in 

Kuzukê diyar kir Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê wê di 1’ê Îlonê de li Qada Îskele ya Kadikoyê bên cem hev û li dijî polîtîkayên şer aştiyê biqîrin. Kuzukê got“Pirsgirêka Kurd, tecrîda li Îmraliyê û avakirina zemîna aştiyê li Rojhilata Navînê bi hev ve girêdayî ne. Em hemû dizanin ku heta polîtîkaya tecrîdê ya li ser birêz Abdullah Ocalan li Îmraliyê bidome, di çareseriya pirsgirêka Kurd de mifteya deriyê aştiyê wê venebe û jixwe me ev di nava 10 salan de dît. Bi vê çarçoweyê em ê bi Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê re, bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, saet di 19.00’an de li Qada Îskele ya Kaidkoyê daxuyaniyekê li dar bixin û li vir dengê xwe yê ji bo aştiyê ragihînin." 

Kuzuk banga tevlêbûna li mitinge kir û got,“Em hêvî dikin ku di 1'ê Îlonê de li dijî şer ji bo aştiyê û pêşîgirtina şer gavên zelal bên avêtin." 

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.