Peyam ji NY û Rêxistina Efûyê re

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:30

Biryar bû roja 18’ê Nîsanê girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu li girtîgeha Urmiyeyê bihata bidarvekirin. Ji ber çalakiya malbatê ya li ber girtîgehê, pêkanîna ceza hate paşxistin. Lê metirsiya li ser jiyana girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad berdewam e. Hate diyarkirin ku malbata girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad, ji Nûnera Taybet a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ya li Îranê May Sato û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty) re peyamek şand. Di peyamê de wiha hate ragihandin:“Em bang li Nûnera Neteweyên Yekbûyî yê Îranê û Rêxistina Efûyê ya Navnetewî dikin ku ji bo pêşî li bidarvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad Heyderanlu bê girtin, tavilê destwerdanê bikin. Ev girtiyê siyasî yê Kurd ji bo îtirafa wî di medyaya dewletê de bê weşandin, bi tundî êşkence lê hatiye kirin.” Hêjayî gotinêye ku Hemid Hisên Nejad Heydaranlu (39), di Tîrmeha sala 2024’an de bi îdiaya ‘endamtiya PKK’ê’ û ‘xiyaneta li welat’ biryara bidarvekirinê lê hate birrîn. Ji bo darvekirina Hedyaranlu, di 15’ê Nîsanê de xistin hucreya yekkesî û hevdîtina xwe ya herî dawî ya bi malbatê re di 17’ê Nîsanê de li darxist. Li ser vê yekê, malbata wî li pêş Girtîgeha Urmiyeyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.