Pexşanên ‘Bîrgeha Mê’ ya Fatma Savcî derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:16

Pirtûka nû ya bi navê “Bîrgeha Mê” ya helbestvan Fatma Savcî ji Weşanên Avestayê derket. Fatma Savcî piştî demeke dirêj bi pexşanê li hemberî xwendevanên xwe ye û pirtûka wê ji 88 rûpelan pêk tê.

Weşanxane pirtûka “Bîrgeha Mê” bi vî awayî dide nasîn;

Berî niha xewnên we şiyar mane?

Xewnên veşartî yên di van rêzikan de şiyar in. Hewqas şiyar in ku karin we bikişînin nava rastiya xwe. Sêhra pirtûkê ne tenê bi vegotinên xurt ên helbestî, di heman demê de ji jêhatîbûneke lihevanîna gotinên kevnar û evînî pêk tê. Me dibe rêwîtiyeke keşfê, ji ber ku helbestvan pencereyekê hem li cîhana me ya hundurîn hem jî ji perspektîfa bêhempa ya xwe re vedike.

Cîhana ku te divexwînî dê te bikenîne, tûrikê te tije bike bi pirsên ku wê kêlîkê ti nikarê bibersivînî, dê di çavên te de mêvandariya hêstiran bike û carinan jî bike ku tu du caran bixwînî ji ber tiştên hatine nivîsandin ne hesan in, ji hêla jinek kurd ve hatiye nivîsandin. Fatma Savci ku di rêzikên xwe de hîsa aîdbûnê dide, bi erênî û car caran şînî bi rêbazên delal hestên xwendevanên xwe li hev dixe. Wan bi wextê sekinî, ew saeta em lê bawer car din li hev tîne.

“…Em ne çol in, dema me bi qumê nagere. Zingila demjimêra me di Newrozan de lê da? Min hay jê heye li kû sekinî wext, ew saeta em lê bawer.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.