Pêwîstî bi sekna Helmet e
Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 03:05
- Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê, Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Helmet Gabar (Diyar Xerîb) bi bîr anî, bang li civaka Başûr kir li pey şopa şehîd Helmet bimeşe, li dijî artêşa çeteyên dagirker a AKP-MHP’ê helwesteke berxwedêr nîşan bide.
Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê di salvegera şehadeta wî de, Şehîd Diyar Xerîb bi bîr anî û wiha got:’’Hevrê Ş. Diyar Xerîb ku weke ewladê şoreşger ê pêşeng ê Başûrê Kurdistanê tevlî nava têkoşînê bû, beriya bi pênc salan dema ku bi erka xwe ya endametiya Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê radibû tevlî karwanê şehîdên Mezin bû. Em hevrê Ş. Diyar Xerîb careke din bi hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin. Di şexsê wî de bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna pîroz a şehîdên me yên şoreşê ditewînin. Hevrêyê me Ş. Helmet di hembêza gelê me yê Başûr de bi guhdarîkirina li zêmarên enfalê mezin bû. Li ber ronahiya tilîliyên biryardar ên li raperînan bû şoreşger. Jiyana xwe ji bo hilanîna tola komkujî û qirkirinên li her devera welêt feda kir. Ji bilî çeka wî ya berxwedanê, ji bilî hezkirina gel a di dilê xwe de, ji bilî dilsoziya bi armanca azadiyê ya di mejiyê xwe de û ji bilî îradeya xwe, çavê wî ti carî ne li tiştekî din bû. Li ser bingeha pîvanên azadiyê jiya. Weke mirovekî îdeolojîk, polîtîk û xwedî exlaq, pîrozmendiyên başî, xweşî û rastiyê di kesayetiya xwe de bi rengekî mînakdar afirand. Di nava atmosfereke mezaxtinê ya kapîtalîst de ku li tevahiya cîhanê serwer bûye, wî felsefeya 'pariyek, xirqeyek' hilbijart, dilê xwe bi hezkirin û manewiyatê dagirt. Hişmendî û kesayetiya xwe ya rewşenbîrî ji êşên dîrokî yên gelê xwe mezin kir. Îdeolojiyên zayendîperestî, neteweperestî û olperestiyê bi fikir, gotin û hewldanên xwe têk bir. Ji ber vê jî hevrê Ş. Helmet bû yek ji milîtanên sereke û serketî yê Rêber Apo. Bû hevalekî welê ku ji Rêber Apo re bû hevrê.
Her ciwanek divê bibe Helmet
Hevrê Ş. Helmet bû navê pêşengî û şoreşgerbûyîna li ser xeta Rêber Apo ya li Başûrê Kurdistanê. Bû sembola Kurdîtiya azad, Kurdîtiya bi rûmet. Li Başûrê Kurdistanê sekna Kurdîtiya azad, sekna Kurdîtiya bi rûmet; bi têkoşîneke bi biryar û fedakar a mîna hevrê Ş. Helmet dibe ku xwe fedaî xeta Rêber Apo kir. Bi esaswergirtina dilsoziya şoreşgerî ya hevrê Ş. Helmet a li nirxên gerdûnî, xwecihî, civakî û destketiyên Kurd û Kurdistanê dibe. Meşa li ser şopa Ş. Helmet xwedîderketina li destketiyên Kurd ên li Başûr e. Xwedîderketina li hemû destketiyên têkoşîna me ya pêncî salan a li hemû parçeyên Kurdistanê ye. Pêşîgirtina li mêtingerî, qirkerî û dagirkeriyê ye. Serînetewandina li ber artêşa çete ya dagirker a AKP-MHP'ê ye, ku dijminê Kurdan e. Rênedana li kujerên ciwanên Kurd ên li ser xaka Kurdistanê ye. Li dijî vê artêşa çete ya dagirker, li dijî vê artêşa kujer helwsteke berxwedêr û têkoşer e. Xelkê me yê Başûr divê bi sedan mirovên ciwan ên şoreşger û pêşeng ên mîna Ş. Helmet biafirîne. Ji bo hêzên mêtinger dagirker ji ser xaka Başûrê Kurdistanê bêne avêtin, her wiha ji bo meşandina têkoşîneke azad û demokratîk a rasteqîn, pêwîstiya Başûrê Kurdistanê herî zêde bi sekna Helmetbûyînê heye.
Dagirkerên Tirk bavêjin
Li ser vê bingehê weke hevrêyên têkoşînê yên Ş. Helmet em bang li ciwanên Başûr dikin: Dijminên Kurdan baş nas bikin. Ji xwe re bikin armanc ku tolê ji dijminên Kurdan hilînin, ji ber kiryarên xwe yên berê û yên niha. li ser vê bingehê xwe perwerde û bi rêxistin bikin. Ji her alî ve xwe hînî parastina xwe, xaka xwe, xweza û mirovên xwe bikin. Xayinan di nava xwe de venehewînin. Nehêlin ku xayin û sîxurên bi dijmin re hevkariyê dikin di nava we de bimînin. Qadên xwe yên jiyan, perwerde û rêxistiniyê ji van kesan teqez paqij bikin. Li ser vê bingehê, di şexsê Ş. Helmet de ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdên me yên leheng û pêkanîna armanca azadiyê ya pîroz a şehîdên me, em bang li gelê xwe yê welatparêz bi taybetî jî xelkê Başûrê Kurdistanê dikin, ku yekîtî û hevgirtina xwe ya civakî xurt bikin, destketiyên demokratîk siyasî biparêzin, rêxistiniya xwe ya civakî xurt bikin, têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger mezin bikin û bi ruhê yekîtiya neteweyî dagirkerên Tirk ji ser xaka Kurdistanê biavêjin.”
BEHDÎNAN