Pêwîst bike em ê dîsa êrişî Îranê bikin!

Çarşem 23 Tîrmeh 2025 - 02:45

Serokê Emerîkayê Donald Trump ragihand ku wan tesîsên nukleerî yên Îranê têk birine û got; “Eger pêwîst bike em ê dîsa bikin.”

Serokê Emerîkayê Donald Trump di parvekirineke xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Truth Socialê de, bersiv da daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ku ji Fox Newsê re li ser êrişa Emerîkayê ya li dijî Îranê axivî bû.

Donald Trump diyar kir ku Ebas Eraqçî li ser tesîsên nûkleerî yên Îranê gotiye, ziyanek gelekî mezin e, tesîs hatine têkbirîn” û got; “Bê guman wisa ye, tam wekî ku min gotiye û eger pêwîst bike em dê dîsa bikin.”

Hêjayî gotinê ye Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji Fox News ya Emerîkî re axivî bû û ragihandibû ku wê Îran dev ji bernameya dewlemendkirina uranyûmê bernedin.

Hêjayî gotinê ye di 13' Hezîranê de bi êrişa Îsraîlê, di navbera Îsraîl-Îranê de şer derketibû. Emerîkayê jî herî dawî di 22’yê Hezîranê de êrişî tesîsên nukleerî yên Îranê yên Natanz, Fordo û Esfehanê kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.