Pêwendiyên aborî rawestînin

Çarşem 21 Sibat 2024 - 00:37

Serokê Lijneya Çandinî û Avê ya li Parlamentoya Iraqê xwest peywendiyên bazirganî yên bi Tirkiyeyê re werin rawestandin.

Serokê Lijneya Çandinî û Avê ya li Parlamentoya Iraqê Falih Xezelî xwest peywendiyên bazirganiyê yên Iraqê ên bi dewleta Tirk re werin rawestandin û wiha got:“Ji ber ku Tirkiye derbarê av û parastina ewlekariya welatê me de nabe alîkar, em dixwazin peywendiyên bazirganî yên bi Tirkiyeyê re werin rawestandin. Tirkiye 94 baregehên leşkerî di nav xaka Iraqê de çêkiriye, yek ji wan jî li Nînovayê ye.” Falih Xezelî da zanîn ku salane bi qasî 24 milyar dolar bazirganî di navbera Iraq û Tirkiyeyê de tê kirin, ev ji bilî hebûna 600 kompanyayên Tirkiye yên di nav xaka Iraqê de kar dikin e.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.