Pêvajoya Korona kirin firsend

Nûçeyên Dîaspora

În 6 Mijdar 2020 - 03:16

Kurdistaniyên li bajarê Sydney yê Awusturalyayê pêvajoya koronayê ji bo xwe kirin firsend û komeleya xwe nû kirin. Di vê de jî her kes bi awayekî palûte û zibare xebitî.

Çûna Kurdistaniyan a Awusturalyayê 50 sal berê destpê kir. Kurdistaniyên ji ber sedemên siyasî çûn li wir ji xwe re komele ava kirin. Kurdistaniyên Sydney jî sala 2015an ji xwe re avahiyek kirîn û li nava wê xebatên xwe yên siyasî, civakî û çandî dimeşînin. Di vê pêvajoya koronayê de firsenda wan çêbû avahiya xwe nû bikin. Xebata bi palûtetî û zibareyê bi temamî 8 mehan dewam kir. Kurdistanî difikirin 27ʼê Mijdarê komeleya xwe ya nû bixin xizmetê. Di nava komeleyê de saloneke konferansê ya 450 kesî, aşxaneyeke 100 kesî, pirtûkxane, odeya zarokan a lîstikê û cihê xebatên çandî heye.

Endamê Komeleyê Mehmet Gulbahçe dibêje, hema bêje me komeleya xwe ji nû ve çêkir. Me gelek zor û zehmetî dîtin, lê di encamê de em bi ser ketin.
Hevseroka Komeleyê Gulê Rose jî dibêje, ji ber gelek teşqeleyan me nikarîbû komeleya xwe nû bikin, lê bi pêvajoya koronayê re îmkanê me çêbû em komeleya xwe nû bikin. Rosê malavahiya her kesî kir ku jin û mêr bi hev re di vê xebata pîroz de cih girtine. Bi vî awayî jî me fikra Rêbertiya xwe pêk anî.

SYDNEY/POLÎTÎKA AZAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.