Pêvajoya endamtiya Tirkiyeyê wê dewam neke

Şemî 3 Hezîran 2023 - 01:28

Raportorê Parlamena Ewrûpayê ya Tirkiyeyê, Nacho Sanchez Amor diyar kir ku piştî hilbijartinên 28’ê Gulanê pêvajoya endametiya Tirkiyeyê ya YE’yê wê dewam neke.

Nacho Sanchez Amor, ji Turkey Recapê ji Diego Cupolo re axivî.

Amor têkildarî pêvajoya endametiya YE’yê got: “Ez nafikirim ku pêvajoya endametiyê bidome. Ji ber ku ez faktorekê nabînim ku polîtîkayên hûndir ên Erdogan, bi wî bide guhertin. Li gorî tê dîtin, hilbijêrên Tirk polîtîkayên Erdogan erê kir.”

Li gorî Amor divê têkiliyên Yekîtiya Ewrûpayê û Tirkiyeyê di formateke nû de bên rûniştandin.

Amor bi bîr xist ku Tirkiye endamê Konseya Ewrûpayê ye û got, “Ev ne girêdayî siyasetê ye, ev girêdayî cidiyetê ye. Niha li gelek waran bawerî bi Tirkiyeyê nayê. Lewma îmaja navneteweyî de derbeke mezin dixwe.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.