- Ev 8 sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî xweser neft û gaza Herêma Kurdistanê difiroşe. Roja 15’ê Sibatê, Dadgeha Federal a Iraqê li ser mijarê civiya û biryar da
Dadgeha Federal a Iraqê biryar da ku firotina nefta Herêma Kurdistanê li derveyî destûra Iraqê ye, derbarê biryarê de Parlamenterê Iraqê Sabiq Yusif got, ji niha û pê ve, li gorî biryarê firotina nefta Herêmê wê bi qeçaxî be û divê şirketên ku vî karî dikin, xwe ji kirrîna nefta Herêmê dûr bigirin.
Ev 8 sal in Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi awayekî xweser neft û gaza Herêma Kurdistanê difiroşe. Roja 15’ê Sibatê, Dadgeha Federal a Iraqê li ser mijarê civiya û biryar da. Li gorî biryara dadgehê, firotina nefta li herêmên hikûmeta Hewlêrê, bi awayekî xweser, neqanûnî ye û li dijî destûra Iraqê ye. Dadgehê got, divê Hikûmeta Herêmê girêdayî Wezareta Neftê ya Iraqê bimîne.
Parlementerê Berê yê Iraqê Xalib Mihemed li ser biryara Dadgeha Federal a Iraqê got, “Biryara Dadgeha Federal a ku firotina neft û gaza Herêmê nedestûrî bi nav dike, ne biryareke siyasî ye.” Li gorî wî tevdîrên hikûmeta Iraqê li dijî firotina nefta Başûr wê ji niha û pê ve tundtir bin.
Li ser heman mijarê, parlementerê Iraqê Sabiq Yûsif got, “Biryara Dadgeha Federal a li ser neft û gaza Kurdistanê dawî li pozbilindiya kes û mafyayên ku nefta Herêmê kontrol kirine, anî.”
Bexda êdî neçar e li neftê bipirse!
Sabiq Yusif diyar kir ku gelê Kurd roj bi roj ji ber hejariyê dinale, lê berpirsên siyasî yên Hewlêrê, dahata nefta Herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. “Ji niha û şûnde, li gorî biryarê firotina nefta Herêmê wê bi qaçaxî be û divê şirketên ku vî karî dikin, xwe ji kirrîna nefta Herêmê dûr bigirin.”
Endamê Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî Elî Şedad jî got, derxistina qanûna neft û gaza Herêmê ya sala 2007’an, derveyî destûra Iraqê ye.
Şedad da zanîn ku Bexda neçar e biryara dadgehê bi cih bîne, bangî serokê Herêmê bike û ew pereyên ji girêbestên neftê kom kirine, eşkere bike.
ROJNEWS/BEXDA