Pêşî qetil kirin niha êşkencê li malbatê dikin

Duşem 19 Îlon 2022 - 21:21

  • Dewleta Tirk, ambûlans neda malbata Bariş Keve yê ku di hucreya yekkesî ya Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê de hat qetilkirin.

Dewleta Tirk, ambûlans neda malbata Bariş Keve yê ku di hucreya yekkesî ya Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê de hat qetilkirin. Malbat ji bo cenazeyê wegrire ji wanê çûbû Meletiyê. 

Malbata Bariş Keve yê 25 salî, ji bo cenazeyê kurê xwe wergire çû Meletiyê û cenaze wergirt. Bariş Keve di hucreya yekkesî ya Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê de hatibû qetilkirin.

Rayedarên Tirk îdîa kir ku Bariş Keve xwe kuştiye. Lê ji ber pratîka dewleta Tirk a li dijî girtiyên azadiyê tê zanîn, nûçeya xwekuştinê gelek caran derew e û heta beriya niha derketibû holê ku li ser hin girtiyan ferz kirine xwe bikujin. 

Bi her halî, malbata Bariş Keve ji navçeya Wanê Şaxê, tevî parêzerên xwe berê xwe da Saziya Tiba Edlî (ATK) ya dewleta Tirk a li Meletiyê. Ji bo otopsiyê  cenaze rakiribûn ATK´a Meletiyê. Piştî ku dozger serê sibê hazir bû, karûbarên otopsiyê hatin kirin. Piştî karûbarên otopsiyê, cenaze radestî malbatê hate kirin. 
 
Ambulans nedan malbatê 

Tevî ku ji aliyê ATK’ê ve hat gotin, ji bo veguhestina cenaze, ew ê ambulansî bide malbatê jî piştî polês li ber derî kom bûn, ambûlans nedan. 

Malbatê bi wesayîteke taybet ku wan kirê kir, cenaze teslîm girt û bire navçeya Wanê  Şaxê.
 
Hefteyek bû di hucreya yekkesî de bû

Rêveberiya girtîgehê pêr bi şev saet di 22.00’yan de telefonî malbata Keve ya li navçeya Şaxê ya Wanê kir.

Rêveberiya hepsê îdîa kir ku Bariş Keve xwe kuştiye. Li ser agahiya qetilkirina Bariş Keve, malbata wî ji Şaxê berê xwe da Meletiyê.  

Birayê Bariş Keve, Îlkkan Keve dibêje, bi Bariş Keve re herî dawî 16’ê Îlonê roja înê bi telefonê axiviye û rewşeke nerênî hîs nekirine.  Li Bariş Keve 6 sal û 3 meh cezayê hepsê hatibû birrîn. Hêzên dewleta Tirk ew li Edîrneyê kiribûn nezaretê û girtibûn. Hate zanîn ku Bariş Keve, beriya 5 rojan bi 5 girtiyan re sewqî Girtîgeha Akçadag a Meletiyê hatiye kirin. Bi hinceta “sûcên disîplînê” ev hefteyek bû di hucreya yekkesî de dihate ragirtin.

MELETÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.