Piştî êrişa dewleta Tirk a li dijî Balafirxaneya Çandiniyê ya Erbetê ya li Silêmaniyê, serokê Yekîtîy Niştimanîy Kurdistan (YNK) Bafil Celal Talabanî çû Bexdayê û li wir hem bi aktorên Iraqî yên siyasetê re rûnişt û hem jî bi nûnerên hêzên navneteweyî re. Di hevdîtina xwe ya bi sefîrê Fransayê li Iraqê de Bafil Talabanî xwest Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê beramberê êrişên dewleta Tirk bêdeng nemîne û pêşiyê lê bigire da ku serweriya Iraqê binpê neke.
Di 18´ê Îlonê de balafireke bêmirov a biçek êrişî Balafirxaneya Çandiniyê ya Erbetê ya li Silêmaniyê kiribû. Di encamê de 3 Pêşmergeyên YNKyê şehîd bûn.
Bafil Talabanî roja 20´ê Îlonê bi Serokê Encûmena Bilnid a Dadwerî ê Iraqê Faîk Zeydaniyî re civiya. PUKmediayê ragihand ku di civînê de her du aliyan behsa mekanizmaya gilîkirinê û girtina tedbîrên qanûnî derbarê êrişa li dijî balafirxaneya Erbetê, kiriye.
Bafil Talabinî di wê civînê de gotiye: “Erka me hemûyan e ku em sînorên welat biparêzin û li ber binpêkirinan rabin. Divê aramiya xaka me û welatê me nexin texerê û sînorek ji van êrişan re bê danîn.”
Bêdeng nemînin!
Bafil Talabanî pêr êvarê li Bexdayê bi sefîrê Fransayê û Ingilistanê yên Iraqê re jî civiya.
Ew bi Balyozê Fransayê Eric Chevalier re li bûyerên siyasî û ewlehî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê û parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyan peyivî. Bafil Talabanî di civînê de got, “Êrişên dronan û binpêkirina serweriya welat, aramiya navçeyê dixe ber metirsiyan.” Talabanî bang li civaka navdewletî û bi taybetî dewletên endamê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ´ê kir da ku ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin.
Talebanî dema bi Balyozê Ingilistanê yê li Bexdayê Stephen Hitchen re jî civiya, dîsa behsa heman mijarê kir û "ji bo her cûre êrişên aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê dixin xeterê, bên astengkirin" alîkarî xwest.
NAVENDA NÛÇEYAN