- Dilnizimiya civaka Êzidî di tevahî hêvî û daxwazên wan de diyar dibe ji bo wê dibêjin: Ya Tawusê meleke destpêkê ji bo 72 miletan dû re ji bo me aramî û xweşiyê bîne.
EVÎN ZENDA / JÎNHA / ŞENGAL
Sir e ew miraza rastîn a ku ji bo wê dane ser û mal cih û war. Lê her ew ma sira esasî û ya ebedî. Xweza ye ya ku em jê hatine û ya ku em ê biçinê. Ji bo wê pîroz e ba, baran, roj û heyv, stêrk û av, ax û agir. Di nava van çiyayan de bi sedan gund, êl û eşîr hene hinek Şemsanî û hinek jî Adanî ne, yanî rojperest û heyvperest in ew, ji her komek re xwedanek hatiye diyarîkirin û cihê wan xwedanan jî cihê pîroz qubên Êzidiyan e. Dibe serê qubên hinekan roj be yê hinekan heyv û stêrk be. Dibe ku hinek xwedan jin bin hinek jî mêr bin û dibe ku hinek ji wan ne herdu bin û kombûyîna her duyan jî be.
Lê ya ji tevan re derbasdar e we ku ev civak, civaka herî kevnar a li ser rûyê cîhanê ye û civaka herî zêde bi xwezayê ve girêdayî ye, ew mirin û tinebunê nas nake ji ber li gel wan her tişt zindî ye. Ji bo wê ev civak di şahî û şînên xwe de her dem berê xwe didin mezargehên xwe, li dû êşa xwe ya ku ji bu çûyîna wan kesên xwe parve kirine piştre xêr û xêratên xwe bi hev re parve dikin û li ber serê miriyên xwe xwarina xwe dixwin û şahiya xwe digrin weke ku ew jî hene û li gel wan in.
Sêrpêhtiyên civaka ji ber fermanan filitiye
Ev civaka kevnar a ku berî sedan salan li Welatê Xalta ya ku 366 qonaxên Tawisê Şêx Hadî lê hebûn, niha berbelav bûye û hejmareke mezin li çiya û damanên çiyayê Şengalê dijîn. Em kêm jî be ji çîrok û salfeyên li Şengalê qewimîn agahdar in lê yên berî wê? Belê civakeke ferman dîtiye, 74 heya bi sedan ferman dîtiye. Di her fermanê de serpêhatiyên bi êş û qehremanî çêbûne ji bo wê her dol û newaleke vî çiyayî, her dar û kaniyeke wê her şikeft û girekên wê xwedî destan û çîrok in; weke Dara Helê, Gundê Dirêcê, Girê Buka, Gêrê Qiraniyan, Helîqê yanî weke milê Hisên û Xezalê. Ev navên me rêz kirin, hê jî serpêhatiyên wan li ser zimanan digerin Quba Amadîn di nîvenga van cihan de ye. Piştî salan cara yekê ev qube di cimaya îsal de hat çêkirin.
Berhemên zêde parve dikirin
Cima, yanî lihevkombûn yek ji rêûresmên kevnar û bingehîn ên civaka Êzidî ye. Ev rê û resm di werza payîzê de tê pîrozkirin. Civakê di berê de bi hatina biharê re dest bi çandinî û xwedîkirina sewalan dikirin, heya mehên payîzê wan berdêla keda xwe ji bo xwezayê didan, ji xwezayê digirtin tevahî fêkî û xurekên xwe kom dikirin. Dema dibû payîz jî bi riya van cimayan berhemên xwe yên zêde parve dikirin. Her eşîr li qubên xwe ziyaretî dibûn û ji xwedanê xwe re spasî dikirin ji bo berhemên ku di salê de daye wan û hêviyên xwe ji bo sala nû dixwestin.
Xêra ji bo micêwiran
Her kes li gorî rewşa xwe diyariyên xwe xêrên xwe tîne û di cimayê de weke xêr didin micêwiran. Micêwir xizmetkarên qubeyan in. Dema ku kesek jiyana xwe ji dest bide ew alîkariya malbatên wan dikin yanî di warê manevî de li gel wan disekinin. Ji bo vê xizmeta wan a pîroz a ku di salê de kirine civak jî wan pîroz dike yên din kê çi jê bê genim, hejîr, mewîj, nîsk, nok, gûz, ar, cil, yên din çi bikarin didin mala micêwir.
Vê yekê bi dilxweşî dikin ji ber di nava civaka Êzidî de cihê taybet ê wan heye qewl jî li ser kedkariya wan heye û dibêje:
“Em ji wan mêr û melekan bidin medeha
Ew in xasên nava Qubeha
bi qeweta wan her bû ronahiya berê sibeha
bi qeweta wan ronahiya berê sibehan der bû
bor li Îbadetê kar bû
xwezî bi wî/ê kesê ku her roj pêş heqîqeta xwe radiweste.”
Dîk sembola quba Amadîn e
Amadîn hê jî weke Quba Amadîn navê xwe ji kesek girtiye. Amadîn bi xwe Şêxê Şemsaniyan e. Amadîn xwedayê helîqî û çêlikan e. Ev qub berî sedan salan heya bêtir jî emrê wê heye. Berê şeklê wê ne wiha bû, ji yên berê re digotin Xirbik lê pişt re kesek bi navê Bişarê Meto ku kesek Musanî bû wî ji bo xwe kir xêr û şeklê niha çêkir. Di her qubek de sembolek heye yên hinekan mar, ên hinekan jî Xezal in, Sembola Quba Amadîn jî dîk e, ji bo wê şêxên Amadîn goştê dîkan naxwin li gorî baweriya wan ew dibêjin dîk banga hilhatina rojê didin ji bo wê nabe ku bên kuştin û goştê wan bixwin. Di heman demê de kesê ku yekê ji Şêxê Amadîn bike birayê xwe yê axiretê ew jî nikare goştê dîkan bixwe ji bo wan jî dîk dibin sembol.
‘Destpêkê ji bo 74 miletan dû re ji bo me’
Perî qumaşeke reng bi reng e sembola xwezayê ye. Her Êzidiyê ku diçe qubên pîroz girêkeka xwe ya hêviyê girê dide. Yanî wê periyê girê dide ji bo daxwaza wî pêk bê kesê li du wî tê jî berî ji bo xwe daxwazekê bike destpêkê girêka kesekê vedike. Ew jî tê maneya ku wê daxwaza wî kesî pêk bê. Dilnizimiya civaka Êzidî di tevahî hêvî û daxwazên wan de diyar dibe ji bo wê dibêjin “Ya Tawusê meleke destpêkê ji bo 72 miletan dû re ji bo me aramî û xweşiyê bîne.” Êzidî dibêjin em miraza xwe ji Xwedanê xwe dixwazin û dibêjin: “Yarebî tu hêvîkarê me be, tu hêviya me pêk bîne, em gihîştin ber periya te tu digihîjî pêkanîna hêviyên me.”
Perî û hilêl girêkên mirazan in
Her sal perî û hilêl tên nûkirin berî periyan biguherînin mala micewir tevahî girêkên hêviyê vedike û wê periyê dibin yan di silavgehê de diparêzin an jî di çiya de. Dema periyên nû jî anîn wan periyan di ava kaniya Spî (Zemzem) de helal dikin. Dema perî anîn her kes li benda wan periyan dimîne, wan maç dike û xelat dike. Piştî perî dibin qubeyê, vê carê jî bi heman awayî hilêl tê dîtin û wê jî siwar dikin bi vî awayî qube bi awayeke kêf û şadî tê ciwankirin û bedewkirin.
Rêûresmeke kevn; hevîrê hêviyan
Hemû salan perî û hilêl tên nûkirin lê ciwankirina qubeyê yanî kirêckirina wê her çend salan carekê tê kirin. Her kulmeke kirêca bi hevrêtiya dua, siran û qewlan re tê amadekirin ji destên bi dehan xizmetkaran re derbas dibe. Ev nîşaneya wê yekê ye ku piçûk mezin tev bi hev re di ber pîrozî û baweriya xwe de di amadekariya başiyê de ne û bi eşqeke mezin bi bêhneke fireh tên çêkirin. Min got bi bêhneke fireh ji ber ger sedem tenê ciwankirin be di danekê de dikarin qubê ciwan bikin lê na micêwirên qubê li benda tevahî Êzidiyên ku tên cimayê dimînin Ji ber her kesê tê dixwaze hêviyeke xwe bi zimanê wan hevîreke xwe (kulmek kirêça amade) li dîwarên qubê bixe. Civaka Êzidî wisa bawer dike ku bi wî kirêca jê re dibêjin hevîr ew hêviya xwe ya 4-5 salan davêjin dibêjin bila hêviya me cihê xwe bigire.