ROJ DENÎZ / ANF / QAMIŞLO
Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe yên ji bo jinan bênavber didomîne. Berdevka Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad têkildarî xebatên xwe de agahî da ANF’ê. Gulistan Mûrad di despêka axaftina xwe de li ser wate û girîngîya aboriya jinan rawestiya û got:“Komîteya Aborî jî komîteyeke sereke ya Kongra Starê ye. Gelek caran ji me tê pirsîn ku çima aboriya jinê heye. Jixwe aborî di bingeha xwe de erka jinê ye. Peyva aborî bi xwe jî bi latînî tê wateya debara malê yan jî zagonên malê. Ji dîrokê û heta niha a ku aboriya malê re mijûl dibe û bi rê ve dibe jin e. Civakbûyîn bi vî awayî dest pê kir û berhem derketin.” Gulistan anî ziman ku zihniyeta ku zilam li ser jinê da meşandin aboriya jinê ji destê wê derxist û got:“Ji ber zihniyeta mêr jin di warê aborî de bê rol ma û bandoreke mezin li ser jinê kir. Lê bi saya şoreşa Rojava jinê cihê xwe di her qadê de girt. Yek ji wan qadan jî aborî ye. Rêber Abdullah Ocalan tîne ziman ku jin û aborî ji hev nayên dûrxistin, ji ber ku aborî bi destê jinê hatiye avakirin û yê ku aboriyê pêş bixe û sererast bike jin e.” Gulistan anî ziman ku Komîteya Aboriya Jinê di sala 2015'an de hatiye avakirin û got:“Heta roja îro nêzî 3000 jin cihê xwe di xebat û projeyên aboriya jin de digire. Her wiha kar û xebata aboriya jinê di bingeha xwe de li ser esasê koperatîfbûnê ye. Yek ji armancên aboriya jinê avakirina aboriyeke civakî û komînal e. Xebata koperatîfê xebateke hevbeş e, her kes bi hev re tê de kedê didin û çi berhem be jî dîsa bi hev re û wekhev tê belav kirin. Ji bo wê jî piranî projeyên me li ser esasê koperatîfê tê meşandin.”
Çandinî li pêş e
Berdevka Aboriya Jinê Gulistan da zanîn ku aboriya jinê li Rojavayê Kurdistanê ji bo jinê girîng e û wiha got: “Rêber Apo dibêje; ‘Bêkarî dijminek bi hêz e, li hember jinê ye’. Ji bo wê me xwest em bêkariya jinê yan jî mayîna wê ya di nav çar dîwaran de û tenê xizmetkirina mal û zarokan ji holê rakin. Xebeta me ya aboriya jinê zêdetir li ser çandiniyê ye. Çandinî karek dem dirêj e û bi axê re girêdanekê çêdike. Her wiha ji bo malbatê jî dibe moralek. Ji bilî çandiniyê projeyên bazirganî û pêşesazî jî hene. Ji ber ku li vir karê sereke çandinî ye û herî zêde girîngiyê didin çandiniyê. Me di karê xwe de fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtiye. Zuhabûna beriya demekê çêbû bandoreke mezin li ser aboriyê û civakê kir. Ji bo ku ev dubare nebe hewldanên me hene. Da ku di salên pêş de dîsa bandorê li ser xebatên me neke. Em ê ji hemû jinan re bibin bersiv û wê jinek jî bêkar nemîne ku jin bi fikir û kesayeta xwe azad bibe û xwe bi xwe bi rê ve bibe.”