Pêşengên Pêngava Bazên Zagrosê

În 1 Îlon 2023 - 00:01

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta 2 gerîlayan daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"3’yê Hezîrana sala 2021’ê li qada Cîloya Biçûk a girêdayê Zapê dijmin êrîş kir, hevrêyên me Andok û Destan bûn şehîd. 

Hevrêyên me Andok û Destan li dijî êrîşên dagirkeriyê yên sala 2021’ê yên li herêma Zapê bi fedayiyane li ber xwe dan û derbeyên giran li dijmin xistin, weke mîlîtanên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Ewladê egîd ê Başûrê Kurdistanê, mîlîtanê fedayî yê Helebceya Şehîd hevrêyê me Andok û ewladê qehreman ê xelkê me yê Nisêbînê yê welatparêz hevrêyê me Destan bi wêrekiya xwe tirs xistin dilê dijmin û sekneke ku ji bo hemû ciwanên Kurd bibe mînak nîşan dan. Hevrê Andok û Destan ên wêrek, azadîxwaz û welathez ku ewladên gelê me yên bijare û fedayî ne, weke qehremanên gel û pêşengên ciwanan wê tim bi bîr bên. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Andok û Destan, em sersaxiyê ji bo hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê dixwazin, em cardin soz didin ku em ê bibîranînên şehîdên xwe di têkoşîna xwe de zindî bihêlin. 

Hevrêyê me Andok li Helebceya Şehîd a Başûrê Kurdistanê jidayîk bûye. Sala 2017’an tevlî nava refên gerîla bû. gihîştiye gerîla. Derveyî tevlîbûna çalakiyên pêvajoya şer, di jiyanê de jî pêşengtî ji hevrêyên xwe re kir, bû hêz û moral ji bo hemû hevrêyên xwe. Bi hêza ku ji hevrêtiyê girt, bi girêdayîbûna xwe ya bi Rêbertiya me û şehîdan ve hevrê Andok ku bi awayekê fedayiyane şer kir, tevî hevrêyê me Destan Dersim di êrîşekê ku dijmin kir, şehîd bû û cihê xwe yê bi rûmet û şeref di dîroka azadiyê ya gelê me de girt. 

Hevrêyê me Destan li Nisêbînê di nava malbateke welatparêz jidayîk bûye. Bi ragihandina xweseriyê û berxwedana li Bakurê Kurdistanê ya sala 2015’an di vê berxwedana destanî ya li Nisêbînê bi awayekê çalak cihê xwe li herî pêş girt. Piştî Berxwedana Xweseriyê ya Nisêbînê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Destan heta kêliya şehadetê bi hestê tolhildanê bi ser dijmin de çû. Gerîlayên azadiyê ku fedayiyên Rêber Apo ne; bi îdeolojî û vîna Apoyî, rêbaz û taktîkeke nû, ji sala 2021’ê ta niha li dijî artêşa Tirk a dagirker li ber xwe da û rûpelekê nû di dîroka Kurdistanê de vekir. Pêşengtiya nivîsîna vê dîrokê bi berxwedana bêhempa û sekina fedayiyane ya şehîdên me yên qehreman ên mîna hevrê Destan bû."

Nasnameya hevrêyên me yên ku bûne şehîd, wiha ne:

Andok Axîn (Warzer Yasîn), li Helebce jidayîk bûye, 3’ê Hezîrana 2021’an li Zapê şehîd bû.

Destan Dêrsim (Mehmet Saît Acat), li Mêrdînê jidayîk bûye, 3’ê Hezîrana 2021’an li Zapê şehîd bû. 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.