- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku sala 2019'an li herêma Serhedê şehîd bûne, eşkere kir û soz da ku ew ê li ser doza wan be.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên ku sala 2019'an li herêma Serhedê şehîd bûne, eşkere kir û soz da ku ew ê li ser doza wan be. HPG'ê got, "Hêzên me yên gerîla yên li Serhedê, bi çalakiyên xwe yên salên dawî, derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û dijmin tevizandin. Dewleta Tirk a mêhtinger ji bo vê bandora hêzên me yên gerîla bişikîne û gerîla li herêma Serhedê tesfiye bike dest bi êrişên giran kir. Sala 2019'an jî van êrişan dewam kir. Hevrêyên me Bager, Mazlûm, Harûn û Egîd, di dema van êrişan de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Em careke din soz didin ku wezîfeyên şoreşê yên ku van hevrêyên me radestî me kirine, teqez bi cih bînin.”
HPG´ê ji bo şehîd Bager Wan got, “Hevrêyê me Bager sala 2009'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Bager bi perwerdeyên li nava gerîla wergirtî, felsefeya Rêber Apo baştir fêhm kir û têgihişt. Di serî de li Xakurkê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê kar kir, piştre jî sala 2015'an çû herêma Serhedê, demeke dirêj li vê herêmê karên serketî kirin. Ji bo hîn bi xurtî tevlî şerê azadiyê bibe perwerdeya xwe ya pisporiyê jî bênavber dewam kir û bû fermandarekî şareza yê gerîla.”
HPG´ê ji bo şehîd Mazlûm Wan got, “Hevrêyê me Mazlûm li navçeya Qelqelî ya Wanê ji dayik bû. Hevrêyê me Mazlûm sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû û her tim bi duristî û pakbûna xwe tevlî bû, hewl da bibe milîtanekî mînak ê Apoyî. Hevrêyê me Mazlûm êrişên dijmin ên piştî sala 2015'an, weke hewldanên dawî yên ji bo tesfiyekirina tevgera me ya azadiyê nirxand û destnîşan kir ku pêvajo pêvajoya misogerkirina azadiyê ye. Li ser vê bingehê baweriya xwe pê anî ku bi têkoşîna li Bakurê Kurdistanê dijmin dikare bê têkbirin û gelê me azad bibe. Weke fermandarekî pêşeng çû Eyaleta Serhedê û li gelek qadên zehmet karekî serketî kir, tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin.”
HPG´ê ji bo şehîd Harûn Welat got, “Hevrêyê me Harûn li navçeya Panosê ya ser bi Agiriyê ji dayik bû. Sala 2015'an di êrişên dewleta Tirk a mêhtinger de cihê xwe di nava berxwedana destanî ya li navçeya Sûrê ya Amedê de girt, ku bi pêşengiya fermandarê nemir ê navçeya Sûrê ya Amedê Çiyarger hate meşandin. Di vê berxwedanê de bû yek ji pêşengên dîrokî. Hevrêyê me Harûn ku xwedî tecrûbeyeke mezin a leşkerî bû, di heman demê de xwe perwerde dikir, bandora sîstema kapîtalîst a li ser kesayetiya xwe ji holê radikir û têkoşîna vê yekê dikir. Piştî ku demekê li Başûrê Kurdistanê kar kir, ji bo soza serketinê ya ku dabû hevrêyên xwe yên şehîd, pêşniyaz kir ku biçe Bakurê Kurdistanê. Li ser pêşniyaza xwe, ew çû herêma Serhedê. Hevrêyê me Harûn her tim bi hesreteke mezin bi hevrêyên şehîd re dilsoz bû û hewl da hêjayî şehîdan be.”
HPG´ê ji bo şehîd Egîd Arî got, “Hevrêyê me Egîd li navçeya Hênê ya Amedê ji dayik bû. Sala 2015'an hevrêyê me Egîd li Serhedê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê li vê derê wergirt. Bi şervaniya xwe li dijî operasyonên tesfiyekirinê yên dijmin ên di salên 2016-2017'an de, bi rola pêşengiyê rabû û tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Egîd bi ji ber ku bala xwe ya li ser hunera şer, her tim xwe bi pêş ve bir, hem hewl da taktîka şer bi pêş ve bibe hem jî bibe fermandarekî serketî.”
Agahiyên ku HPG´ê li ser nasnameya şehîdan parvekirin jî ev in:
- Bager Wan (Savaş Başdînç) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Hatûn û Nadîr, 2019´an li Serhedê şehîd bû.
- Mazlûm Wan (Mucahît Çam) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Makbûle û Îbrahîm, 2019´an li Serhedê şehîd bû.
- Harûn Welat (Nûrûllah Koçlûg) ê li Agiriyê ji dayik bûye, kurê Zeynep û Mehmet Salîh, 2019´an li Serhedê şehîd bû.
- Egîd Arî (Ogûz Çelîk) ê li Amedê ji dayik bûye, kurê Edîbe û Hakki, 2019´an li Serhedê şehîd bû.
ANF/BEHDÎNAN