Ciwanê bi navê Nebîl Nasiro ji gundê Kurdo yê bajarê Cindirêsê yê kantona Efrîn û Şehbayê ya dagirkirî ye. Nasiro piraniya demên xwe bi xêzkirina wêneyan derbas dike.
Malbata wî ji biçûkanî ve dît ku behremendiya wî ya xêzkirina wêneyan heye, ji ber ku wî piraniya dema xwe bi xêzkirina karakterên filmên karton derbas dikir. Lewma dayika wî piştgiriya wî kir ku behremendiyên xwe bi pêş bixe.
Rewşa aborî ya xirab a malbata wî rê nedida ku pêdiviyên xêzkirinê peyda bike, ji ber vê yekê wî bi bavê xwe re karê çandinî û cotkariyê dikir da ku pere qezenc bike û alavên xêzkirinê peyda bike.
Dev ji xêzkirinê berneda
Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Nebîl tevî malbata xwe koçberî Şehbayê bû û li wir xwendina xwe dewam kir û bawernameya xwe ya dibistana navîn wergirt, lê dema ku bavê wî krîza dil derbas kir, Nebîl neçar ma ku dev ji dibistanê berde û şev û roj kar bike da ku debara malbata xwe bike, ji ber ku ew mezinê birayên xwe bû. Malbata Nebîl di sala 2023’yan de koçî taxa Şêxmeqsûd a Helebê kir. Li wir wî dema xwe di navbera karê xwe û behremendiya xwe de bi rêxistin kir û bi berdewam wêne xêz kirin.
Nebîl, mijarên tabloyên xwe ji civaka Kurd digire û bi giştî wêneyên kesayetên Kurd ên pêşengên civakê xêz dike. Nebîl tabloyên xwe li ser medyaya dîjîtal diweşîne û tabloyên wî ji hêla şopîneran ve têne hezkirin. Ji bo tabloyên xwe tenê pênûsa komirê bi kar tîne. Nebîl ji ber mijlbûna bi karê malê heta niha beşdarî festîval û pêşangehan nebûye, lê ew bi biryar e ku behremendiya xwe bi pêş bixe û bibe şêwekarekî navdar.
ANHA/HELEB