- Di warê dîrok, azadiya jinê û cinsiyetparêziya civakî de xwe gelekî bi pêş xistibû. Di vî warî re ew ji pêşengên rohnîbûn û azadbûna civakî bû.
Ji nivîskarên me yên berê, aktîvîsta jin, aktîvîsta jineolojiyê û akademîsyen Nagihan Akarsel li Silêmaniyê di encama êrişeke çekdarî de şehîd bû. Şehîd Nagihan Akarsel edîtora kovara Jineojiyê û endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû.
Nagihan Akarsel do saet 10.11’an li ber mala xwe ya li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat. Li gorî agahiyan, qatilan 10 gule bera canê şehîd Nagihan Akarsel dane. Cenazeyê şehîdê ji bo lêkolînê rakirin Tiba Edlî ya Silêmaniyê.
Şehîd Nagihan Akarsel 45 salî bû. ji bajarê Konya yê Tirkiyeyê ye ku lê hindikahiyeke Kurd dimîne. Yanî ew ji Kurdên Anatoliya Navîn e. Wê demeke dirêj li Bakurê Kurdistanê karê rojnamevaniyê, nivîskariya rojname û kovarên jinan kiriye. Heta sakla 2020´an ew nivîskara rojnameya me jî bû. Heta niha wê gelek xebatên lêkolînê yên li ser jinan li Kurdistanê û derveyî welat nivîsandine. Ev çend sal e, ew li Silêmaniyê ji bo bingehê akademiya Jineolojiyê deyne, li Başûrê Kurdistanê dixebitî.
Şehîd Nagihan Akarsel di heman demê de ji beşdarên projeya avakirina pirtûkxaneya jinên Kurdistanê û endama desteya weşanê ya kovara Jineolojiyê bû.
Li welatê xwe sirgûn bû
Nûnera HDP´ê ya Hewlêrê Nahîde Ermiş dibêje, salên 2015-16´an, wan bi hev re di xebatên jineolojiyê de bi hev re kar kiriye: “Nagihan herî dawî di kovara Jineolojiyê de endama desteya weşanê bû. Di heman demê di warê bîrewerbûna civakî û çend warên din de jî jin perwerde dikirin. Ji ber lêpirsînên ku li Bakurê Kurdistanê lê hatin vekirin, demekê li Başûrê Kurdistanê xebat meşandin. Nagihan li nava welatê xwe sirgûn bû, lê ti carî dev ji xebatên xwe berneda. Di dema xebata me ya hevpar de, em ne li heman mekanî bûn, lê me fikrên xwe li ser nivîsên wê îfade dikirin. Di warê dîrok, azadiya jinê û cinsiyetparêziya civakî de xwe gelekî bi pêş xistibû. Di vî warî re ew ji pêşengên rohnîbûn û azadbûna civakî bû.”
Nahîde Ermîş, bal bire êrişên li dijî welatparêz û şoreşgerên Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê û got, “Hevalên me yên ji Bakurê Kurdistanê hatine, armanca heman êrişan in. Çi MÎT û çi jî îstîxbarata vir, dixwazin van hevalên me bixin dafikê. Van mirovan tevî zextan jî dev ji doz û îdealên xwe, ji doza azadiya jinê û ya neteweyî berneda. Her guleyan ku bera şoreşgeran dan, esas bera civakî giştî didin.”
Kujeran bigirin
Li Silêmaniyê jinên azadîxwaz û rêxistinên jinan li dijî şehîdkirina Nagihan Akarsel li ber Tiba Edlî ya Silêmaniyê daxuyanî da, bûyer şermezar kir û daxwaza cezakirina kujeran kir.
Endama Peywendiyên Derve ya Jinên Kurd (REPAK) Şîlan Şakir li vir got, “Em vê qetilkirinê şermezar dikin. Em hatine vir, da ku daxwaz bikin, kujerên Nagihan Akarsel werin cezakirin û wan bidin dadgehê. Ev ne qetilkirineke asayî ye. Qetilkirineke siyasî ye. Em li benda daxuyaniya aliyên peywendîdar in.
Piştre Endama Yekîtiya Jinan, Jinêr Ebdullah got, “Heger kujerên Nagihan û ew kesên ku berê hatine qetilkirin, negihin cezayê xwe, wê valehiyek mezin çêbibe û ev karasat dubare bibe.”
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên jî got, “Ev qetilkirin siyasî ye. Ji ber ku Nagihan jineke çalakvan, akademîsyen û lêkoler bû. Li navendeke cîhanî ya weke jineolojî kar dikir. Derdikeve holê ku dijminê Kurdan bi hevkariya desthilata navxweyî destê xwe diavêje aktîvîst, rewşenbîr, dîroknas û lêkolîneran. Peyama me ji bo asayîşê û hêzên ewlehiyê ew e ku demildest kujeran bibînin û wan ceza bikin.”
Xwedî li jin jiyan azadî derkevin
Tevgera Jinên Kurd li Ewrûpayê (TJK-E) kuştina Edîtora Kovara Jineolojiyê ya li Silêmaniyeyê Nagihan Akarsel şermezar kir û ji bo çalakiyan, bang li xelkê kir.
TJK-E'yê got, "Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst û çeteya xayin noker PDK, li Silêmaniyeyê edîtora Kovara Jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi awayekî hovane qetil kir. Ev bûyera kuştinê ji Komkujiya Parîsê heta bi qetilkirina Şukrî Serhed, Mehmet Zekî Çelebî, dewama reşkujiyan e. Em vê êrişa nemerdane şermezar dikin."
TJK-E´yê bang kir û ji xelkê xwest çalakiyan li dijî van êrişên li dijî jinên azad rûreş bikin: "Bi navê Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê, di vê gerdûna wateyê ya Nagihanan de em ê hêrsa xwe zindî bihêlin, berxwedana xwe daîmî bikin, ji bo bibîranîna wê, em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê mezintir bikin. Em bang li rêxistinên jinan, bi taybetî jinên Kurd dikin da ku xwedî li parêzvanên dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' derkevin û li her derê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”