Pêşengê dozê Dozdar

Yekşem 6 Îlon 2020 - 16:09

  • PKK'ê ragihand ku Fermandarê PKK'ê, kadroyê milîtan ê pêşeng Dozdar Hemo, Mijdara 2019'an bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ragihand ku Fermandarê PKK'ê, kadroyê milîtan ê pêşeng Abdulrahhman Hemo (Dozdar Hemo), Mijdara 2019'an bi êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
Komîteya Piştevaniya Malbatên Şehîdan a PKK'ê di daxuyaniya nivîskî de got: "Ji ber şehadeta hevrê Dozdar êşa me gelekî giran e. Bi hilgirtina karên wî, bi pêkanîna armancên wî, di meş û têkoşîna vê oxirê de em dikarin vê êşê sivik bikin. Bi mezinkirina tola ji dijmin, bi hilweşandina faşîzmê û bi azadiya Rêberê xwe û Kurdistanê em dikarin êşa xwe sivik bikin."

Zarokê Efrînê bû

Di daxuyaniyê de tê bi bîr xistin ku Dozdar Hemo 1969'an li Efrînê jidayik bûye û tê gotin: “Efrîn weke ku tê zanîn, navendeke çandê ye ku nirxên azadiyê yên Kurd, nirxên şoreşa çandiniyê, nirxên baweriya aryenîk lê têne parastin û mezinkirin. Efrîn bi serê xwe Kurdistan e.”
Der barê Dozdar de agahî têne dayîn û tê gotin: “Hê bi ciwanî polîtîkayên qirkirinê yên li ser Kurdistanê dît û ji bo azadiya Kurdistanê biryar ji bo têkoşînê da û 1990'an tevlî nav refên PKK'ê bû. Piştî tevlêbûnê çû qada Rêbertî, ji Rêber Apo perwerdehiya jiyan û têkoşînê stand, israr û îdeaya têkoşînê geş kir. 1992'an hat çiyayên Kurdistanê. Salên dirêj di şertên herî giran de şervanî kir, li gelek qadên welêt ma, hê bi ciwantî di kesayat û helwesta xwe de fermandarî kir. Salên dirêj li qada xebata leşkerî cih girt, fermandarî kir, tevlî bêhijmar çalakiyan bû û bi qasî ku ji her ciwanê Kurd re bibe mînak ji dijmin tol hilda. Mohra xwe li serketinên mezin da, di serî de bi kesayatê, piştre li hemû qadên jiyanê, bi bawerî tevlê bûye. Bi vê kûrahiya hişmendiyê rêveberî û pêşengiya gelek xebatan kiriye.

Ji her peywirê re amade bû

Hevrê Dozdar hem fermandarekî zîrek ê pêşeng, hem jî hostayekî zîrek ê ramanê bû. Bi nivîs, helbest, analîzên xwe yên siyasî, bi hêza xwe ya mezin a propagandayê, mirov, jiyan û cîhan weke ku pirtûkek be dixwend û tiştên ku dixwend jî bi hostayî dikarîbû vebêje. Salên dirêj di xebatên Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de rêveberî kir, di serdemên krîtîk de bi rolên girîng rabû. Li gel vê, di xebatên civakê de, di xebatên propaganda, dîplomasiyê de cih girt, bû xwedî helwest ku dema partiyê hewce dît li her deverê ji her peywirê re hazir e.

Em erkên xwe pêk bînin

Di şexsê hevrê Dozdar Hemo de em li pêşberî şehîdên xwe careke din bi rêzdarî, hezkirin û minet bejna xwe ditewînin, soza xwe ya ji bo Kurdistana azad û Rêberê azad careke din dubare dikin. Di serî de gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê em bang li gelê xwe yê li çar parçeyên Kurdistanê, Kurdistaniyên li derveyî welat, gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jin û ciwanan dikin ku li dijî faşîzmê têbikoşin, bereya têkoşînê mezin bikin, dawî li tecrîdkirina Rêbertî bînin, faşîzmê hilweşînin, tola şehîdan hilînin û bi Rêberê Azad re neteweya demokratîk li Kurdistana azad ava bikin."
ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.