Navenda ragihandin û çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîla Şerzan Mawa (Ferît Yûksel), di encama êrişa bi bombeya nukleer taktîk de şehîd bûye.

HPG di daxuyaniya xwe de derbarê gerîlayê şehîd de van agahiyan dide;

Artêşa Tirk a dagirker ku nikare li hemberî berxwedana gerîla encamê bigre, dîsa li dijî senger û tunelên şer ên hêzên me bombeya nûkleer taktîk bikaranî. Di êrişa bi bombeya nûkleer taktîk ku 28’ê Hezîranê li hemberî çepera şer a li Qada Berxwedanê ya Sîda pêk anî, hevrêyê me Şerzan Mawa şehîd bû.

Hevrêyê me Şerzan li navçeya Hezo ya Êlihê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bûye. Sala 2015’an ji Sêrtê beşdarî nava refên gerîla bû. Hêvrêyê me Şerzan li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dijmin ku di sala 2021’an de li Avaşîn û Zapê hatin destpêkirin, hem di çeperên berxwedanê, hem tunelên şer û hem jî di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih girt û bû milîtanekî pêşeng ê berxwedana dîrokî ya li Zagrosan. Herî dawî li Qada Berxwedanê ya Sîdayê li refên herî pêş ên tekoşîna dîrokî de cihê xwe girt, tevî hemû êrişên bi çekên kîmyewî û bombeyên nûkleer taktîk jî, ji berxwedanê yek gavek jî şûn de neavêt. Careke din nîşanî dijmin da ku gerîlayê azadiyê ku xwe bi îradeya APO’yî rapêçaye ti carî têk naçe. Roja 28’ê Hezîranê dijmin careke din bi dijwarî bombeyên nûkleer taktîk bikaranî û di vê êrişê de hevrêyê me Şerzan gihîşt şehadetê û rola xwe ya pêşengiyê di lûtkeyê de temam kir. Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd, em sersaxiyê ji tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku xeyalê hevrêyê xwe Şerzan ê Kurdistana azad bi serketinê tacîdar bikin. 

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd de wiha ne;

Şerzan Mawa (Ferît Yûksel), li Êlihê jidayîk bûye, 28’ê Hezîrana 2023’n li Zapê şehîd bû.

BEHDÎNAN