Pêşengê azadiyê: Diyar Xerîb

Pêncşem 27 Hezîran 2024 - 02:15

5 sal li ser şehadeta pêşengê azadiyê Diyar Xerîb bi nasnav (Heval Helmet) re derbas dibe. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb di nava hevalên xwe yên têkoşînê de bi Heval Helmet di hate naskirin. Di sala 1973’an de li gundê Sêwsênan ya Qeredax a ser bi Silêmaniyê ji dayik dibe.

Diyar Xerîb li bajarê Silêmaniyê mezin dibe û dibistana seretayî û Amadeyî li Silêmaniyê temam dike. Piştre Beşê Fizîkê li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê temam dike. Piştî raperîna bihara 1991’an a Başûrê Kurdistanê zêdetir bîr û îdeolojiya PKK’ê nas dike. Lewma ji sala 1992’an ve nêzî rêxistina PKK’ê dibe û di sala 1995’an de bi fermî dibe endamê PKK’ê.

Di Cotmeha 1997’an de diçe gel Rêber Abdullah Ocalan. Bi çavê xwe wî dibîne. Li gel wî dimîne û perwerde dibîne. Diyar Xerîb têkildarî mayîna xwe ya li gel Ocalan û akademiyê wiha dibêje; “Ji berî ku peywendî li gel refên PKK’ê bikim, min çend pirtûkên Rêber Apo xwend. Ango bi fikrê Rêber Apo ve hatim girêdan, lê dîtina wî ji bo min tiştek cuda bû. Ji derveyî gotinên wî, ez ji tevgerên wî gelek tişt fêr bûm. Xala bihêz a Rêber Apo ewe ku tiştek veşartî nebû. Her tişt bi eşkere digot. Tişta ku ji me re digot, ji herkesê re digot, li ser kanalên ragihandinê jî digot.”

Diyar Xerîb di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de gelek erk girtine. Di sala 2002’an de li gel hejmarek hevalên xwe Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) damezrandin. Di sala 2008’an heta 2014’an dibe serokê PÇDK’ê. Ji sala 2014’an ve dibe Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê. Gelek erk û berpirsyartiyên rêxistinî girt ser milê xwe. Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bû. 26’ê Hezîrana sala 2019’an de destê xiyanetê gihişte heval Helmet û di êrişeke hewayî ya balefirên şer ên dewleta Tirk a dagirker de li Qendîlê li gel du hevalên xwe şehîd bûn.

Şehîd Helmet rihê xwe kir diruşmeya ebedî ya li dijî sîstem û dagirkeriyê. Meşaleya têkoşînê li Kurdistanê li ser navê azadiyê hilgirt. Jiyan û têkoşîna Heval Helmet, perwerde û pîvanên wî ji bo azadî û têkoşînê bû hêviya serkeftinê. Îro mîrateyeke ku hemû Kurdan ji bo azadiyê li ser lingan dihêle.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.